Amadekariyên gerîlayên YJA Starê ji bo 30'ê Hezîranê

Me amadekariya gerîlayên YJA Starê yên li Dibistana Operasyonê ya Akademiya Şehîd Rojîn Gewda şopand ku ji bo 30'ê Hezîranê ji bo bîranîna Zîlan kirin.

Di dawiya meha Adarê de em li merasîma girtinê ya 'Dibistana Operasyonê ya Şehîd Rojîn Gewda' rast tên.

Ji fermandarên YJA Starê Emîne Erciyes û Têkoşîn Toprak, Raperîn Engîzek jî di nava temaşevanan de hene. Dema ku em ew dît, me got 'çalakiya moralê ya bidawîbûna akademiyê ye'. Amadekariyeke berfireh tê kirin. Gerîlayên YJA Starê yek bi yek porên hev dihûnin. Muzîk û govend dest pê dike.

Li pişt perdeyê jî amadekarî ji bo şanoyê tê kirin. Di nava şert û mercên xwezayî de makyajeke profesyonel tê kirin.

Em piştre hîn dibin ku ev yek aktîvîteyeke moralê nîne, lê prova ye. Yek ji gerîlayan dibêje, "Em hêza operasyonê ya akademiyê ne, li dijî operasyoneke gengaz em li gel hev in. Eger operasyonek pêk were em amade ne ku tevlî bibin. Heta wê demê jî me xwest dema xwe bi kar bînin. Ji ber ku 30'ê Hezîranê salvegera şehadeta hevala Zîlan e em jî xwe ji bo bîranîna wê amade dikin."

Em nizanin ku gerîlayên YJA Starê yên li Dibistana Operasyonê ya Akademiya Şehîd Rojîn Gewda ji bo 'operasyoneke gengaz' niha li kîjan herêmên Kurdistanê ne. Em dîmenê çalakiya moralê ya 30'ê Hezîranê ya van jin ên ciwan ku bi kedeke mezin pêk anîn bi we re parve dikin.