Aldar Xelîl: Erdogan dixwaze DAÎŞ’ê rizgar bike

Berpirsê Dîplomasiyê yê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl nerazîbûn nîşanî gefên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ên li dijî Rojava da û got ku, “Erdogan ji bo ku temenê DAÎŞ’ê dirêj bike li rêyan digere.”

Berpirsê Dîplomasiyê yê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl gefên Erdogan ên li dijî Rojhilatê Firatê ji ANHA’yê re nirxand.

Aldar Xelîl destnîşan kir ku ew li ser êrîş û gefên Erdogan ên li ser herêmê nasekinin û wiha got: “Erdogan hewl dide projeyên demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe. Ji ber vê yekê hewl dide bi hemû rê û rêbazan êrîşî herêmê bike.”

Aldar Xelîl derbarê gefên Erdogan de ku qaşo wê di nava du rojan de êrîşî rojhilatê Firatê bikin, wiha axivî: “Em bi awayekî cidî gefên Erdogan dinirxînin. Îro em van gefan dinirxînin û nîqaş dikin. Dema ku ev gef werin eşkerekirin, wê helwestên me û nêrînên me ji raya giştî re hebin."

Li ser sedema gefên Erdogan, Aldar Xelîl got ku: “QSD ketiye bajarokê Hecînê û wê QSD terorê li erdnîgariya herêmê tune bike, Erdogan dest bi gefan kir. Ew hewl dide rêyekê bibîne û temenê çeteyên DAIŞ`ê dirêj bike. Her kes dizane ku dewleta Tirk piştgiriya terorê dike û bi taybet pişta çeteyên DAIŞ`ê digire."

Aldar Xelîl wiha dawî li axaftina xwe anî: “Erdogan Ezaz, Cereblûs, Bab û Efrîn dagir kirin. Îro bi rêya gefên xwe hewl dide ewlekariya herêmê têk bibe û jiyana hevbeş û biratiya gelan ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe. Em vê mijarê di vê demê de nîqaş dikin.”