'Abdullah Ocalan digot ku wê tecrîd belav bibe' -NÛ BÛ

Parêzer Mûharrem Şahîn ku tevlî hevdîtinên parêzeran ên sala 2011'an bû, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd gotiye, tecrîd wê tenê li Îmraliyê nemîne.

Parêzer Mûharrem Şahîn diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ti carî rewşa xwe nedaye pêş û her tim gotiye, "Ji aliyê fîzîkî ve dibe ku li girtîgehê bim lê ji aliyê ruhî ve xwe li girtîgehê nabînim."

Ji bo dawî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê anîn û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan biqede, girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ji 27'ê Mijdarê ve di greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger de ne. Ji parêzerên ku beriya 20'ê Tîrmeha 2011'an karîbû Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîne parêzer Mûharrem Şahîn, têkildarî nêrîna Ocalan a li ser tecrîdê û bandora vê yekê li civakê ji ANF'ê re axivî.

Parêzer Şahîn anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd ji bilî pêwîstiyên mecbûrî, tecrîd ji xwe re nekiriye pirsgirêk û ti carî nexwestiye ku wî bidin pêş. Parêzer Şahîn diyar kir, ku Ocalan digot 'Karê destpêkê divê ne têkildarî min be. Pirsgirêkên ji yên min girîngtir û bêhtir li pêş hene' û destnîşan kir ku ew tenê dixwaze li cihekî be ku karibe nefesê lê bigire.

Parêzer Şahîn bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd ti carî daxwazeke şexsî nedikir û got, "Her tim digot, 'Ji aliyê fîzîkî ve dibe ku li girtîgehê bim, lê belê ji aliyê ruhî ve ez xwe li girtîgehê nabînim'. Şert û mercên ku li wir tehde lê dikir jî gelekî kêm parve dikir. Ew jî, birîna bi zorê ya porê wî û pirsgirêkên têkildarî hewa standinê bû. Ji xwe digot ku tecrîd wê bi wî re nemîne. Timî bal dikişand ser kaosa ku tecrîd bibe sedem. Di daxuyaniyên xwe yên beriya niha de jî me ragihand ku eger tecrîd dewam bike wê kaos li tevahiya Rojhilata Navîn belav bibe. Ji xwe Birêz Ocalan di parêznameya xwe ya sala 2006'an de işaret bi kaosên li Sûriye, Rojava, Iraq, Îran û welatên din ên li herêmê dikir. Ya rast timî bal dikişand ser bandora tecrîdê ya li derve."

'TIŞTÊN KU WÎ DIGOT ÎRO DIQEWIMIN'

Parêzer Şahîn ragihand ku Rêberê Gelê Kurd bdullah Ocalan atmosfera kaotîk a li herêmê ji berê ve analîz kir, ji bo çareseriyê jî pêşniyar pêşkêş kir û got, "Birêz Ocalan beriya bînin Îmraliyê, têkiliyên xwe yên siyasî bi welatên li herêmê re hebû. Kaosa dema bê ya li Rojhilata Navîn hîn ji wê demê ve fêhm kiribû. Ji ber vê yekê di nava şert û mercên tecrîdê de jî pêşniyarên xwe yên ji bo bidawîkirina kaosê hebûn. Yanî pêşniyarên çareseriyê yên ji bo Tirkiyeyê pêşkêş kiribûn, di heman demê de ji bo Sûriye û Iraqê jî derbas dibûn. Ji xwe sala 2006'an hişyarî dabû û gotibû, 'eger ev pêşniyarên çareseriyê bi cih neyên anîn wê encamên gelekî giran rû bidin'. Karesata ku rû da, me hemûyan dît. Bi taybetî tiştê ku wî têkildarî Sûriyeyê digot, niha diqewime. Her tişta ku wî pêşîditina wê kir, em îro dibînin."

'DEWLETÊ GUH NEDA PÊŞNIYARÊN JI BO ÇARESERIYÊ'

Parêzer Şahîn destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd ji bo çareseriya pirsgirêkên dehan salan rêya çareseriyê nîşan da û got, "Beşeke mezin a gelê Kurd li gorî pêşniyarên çareseriyê yên Birêz Ocalan tevgeriya. Rêxistina ku ew lîderê wê ye li gorî vê tevgeriya. Halbûkû ji bo dewletê jî projeyên çareseriyê yên hêsan bûn ku dikarîbûn bi cih bên anîn. Lê belê dewletê ev nekir. Ji ber ku hêz û rêxistinên berjewendiyên xwe di neçareseriyê de hene, nexwestin çareserî pêk were. Dewletê ji ber ku nekarî nakokiyên navxweyî çareser bike, nekarî pêvajoya çareseriyê ji bo xwe bi kar bîne. Di rewşa heyî de atmosfereke siyasî heye ku bi kêrî kesî nayê."

'NIHA PÊWÎSTÎ BI HEVDÎTINAN HEYE'

Parêzer Mûharrem Şahîn diyar kir ku pêwîstiya civakê bi pêşniyarên çareseriyê û perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye û got, "Me ev yek di pêvajoya çareseriyê de jî dît. Niha jî pêwîstî bi heman tiştî heye. Ji ber ku pirsgirêk êdî ne di navbera desthilatdariyê û partiyekê de ye, pirsgirêk êdî her kesên li Tirkiyeyê eleqedar dike. Ji bo çareseriya vê yekê jî rêya herî hêsan a çareseriyê ji aliyê Birêz Ocalan ve tê pêşkêşkirin."