Şûrê ku DAÎŞ'ê pê serî jêdikir li Baxozê hate dîtin

Li gundê Baxozê ku DAÎŞ di nava çend metroyan de asê maye, li deverên ku şervanên QSD'ê li gund rizgar kirine, alavên DAÎŞ'ê êdî pir tên dîtin. Weke ku DAÎŞ'ê qirêjiya xwe hemû li vî gundî bi xwe re kom kiriye.

Her ku cih li DAÎŞ'ê teng dibe, alavên xwe ye êşkence û serjêkirinê jî li peyê xwe dihêlin.

Li gundê Baxozê ku DAÎŞ di nava çend metroyan de asê maye, li deverên ku şervanên QSD'ê li gund rizgar kirine, alavên DAÎŞ'ê êdî pir tên dîtin. Weke ku DAÎŞ'ê qirêjiya xwe hemû li vî gundî bi xwe re kom kiriye.

Şervan dema tiştekî wisa dibînin ew jî meraq dikin û li derdorê kom dibin. Ew dizanin ku her şûrekî DAÎŞ'ê dema bi dest dixin bi dehan seriyên bê guneh sax dihêlin.

Du şûrên ku DAÎŞ'ê ku di gelek dîmenên serjêkirinê de dihatin dîtin, ketin destê şervanên QSD'ê.

Şervanê QSD'ê Hanî Balî got, "Niha li hatina me ya ji bo Baxozê bêhtir bi wate bû ku me ev şûr ji destên wan hovan standin."