Şêweyê hov ê perwerdeya pêşmergeyên jin...

"Şêweyê hovê ê perwerdeya pêşmergeyên jin êrişek li dijî têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd e."

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan, şêweyê perwerdeya pêşmergeyên jin ku beriya çend rojan di çapemeniya dewletên rojava de wêneyên wan hatin weşandin nirxand.

Besê Erzîncan diyar kir, dîmenên perwedeya pêşmergeyên jin ên ku bi devê xwe heywan parçe dikirin û hin saziyên çapemeniyê de hatin weşandin, ne ya qebûlkirinê ye.

Erzîncan pirsa "Ev perwerde ji aliyê kê ve tê dayin, kê ev dîmenên hov di çapemeniyê de weşand?" kir û got, "Cihê fikaran e ku pêşmergeyên jin bi rengekî zindî heywan dixwarin, di dema perwerdeya pêşmergeyên jin û mêr pêşmergeyên mêr nîv tazî bûn. Ti ji van dîmenan ne li jiyan, ne jî li kenveşopî û exlaqa civaka Kurd nayê. Ez ne bawer im ku li Kurdistanê ti berpirsyarekî pêşmergeyan an jî rêveberiya wan perwerdeyeke bi vî şêweyî bidin. Mirovên Kurd -ji kîjan nêrîna siyasî û îdeolojiyê dibe bila bibe- xwedî nirxên manewî, kevneşopî, exlaqî, çandî û pîvanan e. Mînak; mirovên Kurd dostên xwezayê ne. Bi hezkirineke mezin nêzî heywanan dibin, kedeke xwe hene. Di çarçoveya pêwîstiyên xwe de nêzîk dibin. Bêguman em taybetmendinên paşverû û feodal ên mêrên Kurd rexne dikin, lê belê di nava mêrên Rojhilata Navîn de rastiyeke xwe jî hene ku herî zêde bi rêz û hezkirinê nêzî jinan dibin. Eşkere ye ku fermandarên Kurd perwerdeyên bi vî rengî nadin kirin."

DIXWAZIN TAYBETMENDIYA CIVAKÊ TÊK BIBIN

Erzîncan destnîşan kir ku perwerdeyên bi vî rengî ji aliyê fermandarên ji welatên rojavayî, ji welatên derve hatine tên dayin û got, "Bi zanebûn di asta qirêj û dijî xwezaya jinê û civaka Kurd perwerdeyê didin. Dixwazin taybetmendiya civakî têk bibin. Di serî de YPJ a li Rojava, gerîlayên jin ên li tevahiya Kurdistanê hêjayî hezkirin û hurmeteke mezin a cîhanê hatin. Sekna şervanên azadiyê yên jin ên li Rojava û gerîlayan bû sedem ku jinên li nava civaka Kurd bi xurtî tevlî nava gerîla û pêşmergeyan bibin. Bi perwerdeyên bi vî rengî dixwazin pêşî li tevlîbûna jinan bigirin."

'ÊRIŞ LI DIJÎ XETA AZADIYÊ YA JINÊ TÊ KIRIN'

Besê Erzîncan diyar kir ku bi perwerdeyên bi vî rengî dijminatî li xeta azadiya jinê tê kirin ku di şexsê YPJ'ê de li nava raya giştî afirî û got, "Li dijî meyla azadîparêz û welatparêziya jinên Kurd, hewl didin jinên Kurd ên mîna mêran weke alternatîf biafirînin. Li Kurdistanê meyleke azadiya radîkal heye ku di pêşengiya têkoşîna Serok Apo de bi Sakîne Cansizan dest pê kir. Jinên Kurd ji her parçeyên Kurdistanê bi hev re li çiyayên Kurdistanê şer kirin û şehîd dan. Herî dawî di şexsê YPJ'ê de li şoreşa Rojava sekna azadiyê ya jinan afirî û ev sekn bi hişmendî û keda mezin a tevgera azadiyê ya jinê ya 40 salan a bi PKK'ê re xurt bû. Artêşbûna jinê bi perspektîfên Rêber Apo, bi perwerde û têkoşîna wî ya mezin bi pêş ket."

Erzîncan anî ziman ku bi şêweyekî bi vî rengî yê perwerdeyê hem dixwazin hurmet û hezkirina cîhanê ya ji bo jinên Kurd ji holê rabikin, hem jî pêşî li tevlîbûna jinên Kurd a li nava refên gerîla û pêşmergeyan bigirin.

Erzîncan got, "Ev perwerdeyên ku çavkaniya xwe DYE ye, ji ber dijminatiya li jinên Kurd e. Jinên Kurd li nava kîjan partiyê dibin bila bibin bi pêş ve diçin. Jinên Kurd dixwazin li nava hemû partiyan hîn bi roleke xurt rabin û bibin xwedî hêza biryarê. Di pêşketina demokrasiyê de jî rola xwe girîng e. Dixwazin vê asteng bikin."

Erzîncan ragihand ku polîtîkayên li dijî jinên Kurd tên kirin divê bên teşhîrkirin û got, "Divê destûr ji vê yekê re neyê dayin. Jinên tevlî nava pêşemergeyan dibin divê li ser xeta welatparêzî û azadiyê, bi îradeya jinê perwerde bibin.

Hezkirin, hurmet, hesta yekîtiyê, welatparêzî, fedayîtî, azadî, demokrasî, ekolojî, jiyana azad û têkiliyên bi vî rengî yên ji aliyê gerîlayên jin ve li Kurdistanê hatin afirandin, li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê hatine qebûlkirin. Kes nikare vî karî têk bibe. Yên ku bi vî rengî dikin tenê dikarin xwe teşhîr bikin."