Şervanên YPG’ê li Hesekê spartin axê

Şervanên YPG’ê Îsa El-Mihemed û Evdilkerîm El-Celî, li şehîdgeha Şehîd Dijwar a li Hesekê bi merasîmekê spartin axê.

Şervanên YPG’ê Îsa El-Mihemed û Abdulkerîm El-Celî, li Hesekê bi merasîmeke girseyî li şehîdgeha şehîd dijwar spartin axê. Merasîmê şehîd bi merasîma leşkerî ya ji aliyê şervanên YPG û Hêzên Erka Xweparastinê dest pê kir.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endama meclisê Samiya Xelîl axivî û got: "Em bejna xwe li ber şehîdên ku giyanê xwe fedayî gel û welatê xwe kirine ditewînin û sersaxî ji malbatên wan re dixwazin."

Ji fermandarên YPG‘ê Serhildan Rojava axivî û soza şopandina rêya şehîdan da pêkanîna jiyaneke bi rûmet da.

Di merasîm de endamê TEV-DEM‘ê Mustefa Ehmed jî axivî anî ziman ku ne ji şehîdan bûya azadî û demokrasî pêk nedihat.

Şervanên YPG‘ê cenazayên hevalên xwe hilgirtin ser milê xwe û bi dirûşmeyan spartin axê.