BI DÎMEN

Şervanên QSD’ê yên li eniya Tişrîn: Li vir berxwedanek dîrokî pêş ket

Şervanên QSD’ê yên ku bersiva êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker dan, gotin: “Li vir berxwedanek dîrokî hate raberkirin. Hemû hevalan bi fedayiyane li ber xwe dan. Tevî derewên dijmin, hûn dibînin ku em li vir in.”

ENIYA TIŞRÎN

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên ku li eniya Tişrînê bendav û derdora wê diparêzin, ji ANF’ê re qalê kirin ka wan çawa li dijî êrîşên çeteyên Artêşa Millî ya Sûriyeyê û dewleta Tirk a dagirker, li ber xwe dan.

Ji şervanên QSD’ê Baran ev tişt gotin, “Me di berxwedana li vir de, cihê xwe girt. Destpêkê dewleta Tirk a dagirker û faşîst, êrîşên pir tund li ser gundên li xetên pêş pêk anî. Di rojên destpêkê de li gundên beramber, liv û tevger hebû, kom bûbûn. Çete bi taybetî bi dron û keşfa zêde ya dewleta Tirk re ketibûn nava liv û tevgerê. Jixwe hem amadekariyên me yên tunelan hebûn, hem jî em li derve bi rengê tîmên bi tevger tevdigeriyan. Bi van taktîkan me hem parastina bendavê hem jî ya vê xetê kir. Bi çekên giran, dron û çekên qedexekirî êrîş dikirin. Hewl didan bikevin hundir. Lê belê me nehêla ew bikevin çeperên me. Bi taybetî bi dronên întiharê gelek êrîşên dijwar pêk hatin. Jixwe dema mirov li hundir dinêre, şopên vê yekê tên dîtin. Li vir berxwedaneke dîrokî pêş ket. Hemû hevalan bi fedekariyeke mezin li ber xwe dan. Me nehêla dijmin ber bi pêş ve were. Tevî derewên dewleta Tirk a dagirker, binêrin em li vir in. Em ê bi moral û coşeke mezin timî li vir bin.”

Ji şervanan Bêrîtan Rustem jî wiha got, “Hevalan bi moral û coşeke pir mezin li vir li ber xwe dan. Di berxwedana li dijî dijmin de, gelê me û hevalên me ji xwe bawer in.”