Şervanê YPG'ê Gîfford ji bo şoreşa Rojava bang kir

Macer Gîfford (Baran Amed) ê li nava refên YPG'ê li Rojava şer kir, tevlî kongreya 9. a rêxistina PYD'ê ya Ewropayê bû û bang li her kesî kir ku piştgiriyê bide şoreşa Rojava.

Kongreya 9. a Rêxistina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Ewropayê bi beşdariya 600 delegeyan li Hollandayê dewam dike. Enternasyonalîstê Îngilîz Macer Gîfford (Baran Amed) ku li dijî DAÎŞ'ê li nava refên YPG'ê şer kir, beşdarî kongreyê bû û axivî. Gîfford bal kişand ser têkoşîna şervanên enternasyonalîst ên li nava YPG'ê û got, "Em serbilind in ji ber ku parçeyek ji vê têkoşînê ne." Gîfford bang li her kesî kir ku piştgiriyê bide vê têkoşînê.

'EM SERBILIND IN JI BER KU PARÇEYEK JI VÊ TÊKOŞÎNÊ NE'

Macer Gîfford da xuyakirin ku ew bi navê şervanên enternasyonalîst tevlî kongreyê bûye û işaret bi têkoşîneke bê eman a li dijî DAÎŞ'ê kir. Gîfford got, "Ev sê salên dawî ji bo me salên serketinê bûn. Ji Minbicê heta Reqayê me bi têkoşîna xwe DAÎŞ têk bir. Îro bi sedan hevalên me yên enternasyonalîst li nava refên YPG'ê têdikoşin. Em serbilind in û bi rûmet in. Ji ber ku beşek ji vê têkoşînê ne, em kêfxweş in. Têkoşîna me têkoşîna demokasî, azadî û mirovahiyê ye. Serketina me jî serketina mirovahiyê ye."

'DIVÊ EM XWEDÎ LI ŞOREŞA ROJAVA DERKEVIN'

Gîfford destnîşan kir ku bi saya têkoşîna YPG û YPJ'ê, herêma Rojava bûye herêma herî bi ewle û got, "Rojava îro cihê herî bi bawer ê Sûriyeyê ye. Ev yek jî bi saya berdêl û şehîdên ku me heta niha dane pêk hat. Ji Amerîka, Kanada, Awûstralya û Ewropayê bi giştî 35 şehîdên me yên enternayonalîst hene. Ev rûmeta me ne. Ev şehîdên me di dilê me de ne. Ji bo paşerojê, biratiya gelan û azadiyê ji me re dibin hêvî. Ji bo dilsoziya bi bîranîna van şehîdan re divê ji her çar aliyên cîhanê piştgirî ji şoreşa Rojava, şoreşa Kurdan re bê dayin û xwedî lê bê derketin. Em ji tevahiya cîhanê re dibêjin; çawa ku me bi hev re DAÎŞ têk bir, ji niha û pê ve jî divê em piştgiriyê bidin Rojava. Divê her kes bibe parçeyek ji vê têkoşînê."

Macer Gîfford bi dirûşma "Bijî YPG", "Bijî Serok Apo", "Bijî Kurdistan" dawî li axaftina xwe anî. Beşdarên kongreyê jî ji bo Gîfford li çepikan xistin.