Navenda Ragihand û Çepemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê encamên şer 24 saetên dawî yên Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya "Şerê Tinekirina Terorê" eşkere kir.
QSD’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir:
"Di Şerê Tunekirina Terorê de yê li dijî rêxistina DAIŞ`ê ya terorê li bejahiya rojhilat a Dêra Zorê terorîstên DAIŞ`ê êrîşî nuqteyeke şervanên me kirin, şervanên me bersiva êrîşan dan û şer derket. Di şer de 12 terorîst hatin kuştin.
Her wiha tîma rakirina mayînan 9 mayîn ku terorîstan bi cih kiribûnn rakirin.
Li aliyekî din jî balafirên Koalîsyona Navdewletî hejmarek bargehên terorîstan kirin hedef û rûxandin.
Şervanên me ji du baskan ve pêş ve çûn. Piştî şerê giran ê bi çeteyan re şervanên me li her baskekî kêlometreyek bi pêş ve çûn û 14 nuqteyên nû ava kirin. Her wiha hejmarek terorîst kuştin, gelek çekên wan desteserkirin û 2 mayîn bê bandor kirin.
Balafirên Koalîsyona Navdewletî li hin bargehên terorîstan xistin û wesayîte û hin çekên wan teqandin.
Li eniyek din jî, şervanên me xetên pêş ên parastinê yên terorîtan şikandin û 700 mîtreyan pêş ve çûn. Her wiha 27 nuqteyên nû ava kirin. Li aliyekî din jî 18 nuqte ava kirin û di xebatên lêgerînê de beldozeke terorîstan dîtin.
Li hemû eniyan şer heta vê kêliyên berdewam e.”
BÎLANÇOYA ŞER
Hejmara terorîstên hatin kuştin: 30 çete
Embareke lojîstîk a çeteyan hate rûxandin.
14 baregeh hatin rûxandin.
2 çekên doçkayê hatin teqandin
Wesayîteke ya çeteyan hate teqandin.
Du beldozer hatin teqandin.
ÇEKÊN HATIN DESTESERKIRIN
Doçkayek 12.5
Çekeke M16
Çekeke kilaşînkof
Mayînên hatin bêdandorkirin: 12