Şerê navbera Ermenistan û Azerbaycanê giran bû

Di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de şer ji nû ve rû da. Herî kêm 4 kesî jiyana xwe ji dest dane.

Di şer de yê roja Yekşemê 3 leşkerên Azerbaycanê û îro jî leşkerekî din ê Azerbaycanê hate kuştin.

Li gorî Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê, şer li herêma Tavûşê ya navbera herdu welatan qewimî.

Wezareta Parastinê ya Ermenistanê ragihand, ku sibeha Duşemê Azerbaycanê careke din bi obusan êrişî nuqteyên Ermenî kiriye.

Her du aliyan bi şev heta nava rojê obus avêtin hev. Wezareta Parastinê ya Ermenistanê ragihand ku li aliyê wan ti windahî nîne.

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşîniyan li Desteya Wezîran axivî û got, "Provokasyon wê bêbersiv nemînin."

Wezîrê Parastinê Davîd Tonoyan jî ragihand ku dema pêwîstî pê hebe, hêzên wan amade ne ku "nuqteyên li xaka dijmin werbigirin."

Tê payin ku Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf ku şeş welatên Civata Dewletên Serbixwe (Rûsya, Kazakistan, Kirgizistan, Tacîkistan, Rûsya Spî û Ermenistan) di nav de cih digirin, mijarê vê Duşemê binirxîne. Dewleta Tirk li gel Azerbaycanê tevdigere.

Ermenistan û Azerbaycan ji destpêka salên 1990'î û vir ve li ser herêma Karabagê ku piraniya wê ya Ermeniyan e, şer dikink. Vê herêmê di sala 1991'ê de bi piştgiriya Ermenistanê bi rengekî yekalî serxwebûna xwe ragihandibû. Di şerê dijî Azerbaycanê de derdora 30 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Ev şer sala 1994'an bi agirbestê bi dawî bû.