Şêniyên Qendîlê hewl didin birînên xwe bipêçin

Ji ber xemsariya hikumeta Herêma Kurdistanê, şêniyên Qendîlê hewl didin zerara ku ji ber lehiya 26'ê Cotmehê rû da bi derfetên xwe çareser bike.

Beriya niha di 26'ê Cotmehê de li Binarê Qendîlê ji ber barîna barana zêde lehî rabûbû. Bi rabûna lehiyê re gelê Binarên Qendîlê bi pêşengiya Şaredariyê kampanyayek dan destpêkirin. Ji ber barîna barana zêde gelek cihên weke dibistan, nexweşxane,mizgeft, bax û bustanên gundiyan gelek zerar dîtin. Bi vê boneyê Şaredariya Qendîlê dest bi kar û xebatên xwe kir. Lê ligel hemû hewldanan hîn li gelek cihan av û elektrîk nehatiye dayîn. Hevşaredara Binarê Qendîl Gulala Osman ji ajansa me re axivî. Gulala Got ku "Çavê her kesî li ser Qendîlê ye, lê tevî derfetên kêm jî em ji roja destpêkê heya îro her di nav kar û xebatê de ne.’ Di lehiyê de gundên Balaya, Enzê, Lewcê, Sûredê, Zergelê ji bilî xerabûna bax, bostanan û li van gundan av û elektrîk jî qut bûne."

'KES ALÎKARIYÊ NADIN'

Osman diyar kir ku ew ji bo çêkirina cihên xerabe di nav hewildanan de ne û got ku: "Bi giştî 12 pir û çend rêk hatine çêkirin. Ji roja destpêkê heya îro bi qasî derfetên xwe me dest bi kar kiriye. Rast e ku çavê her kesî li Qendîlê ye, lê derfetên me jî li ber çavan e, lê dîsa jî em bi israr in ku bi qasî ji destê me bê, em wan ciyên xerabe çêbikin. Li ser vê bingehê me dest bi kampanyaya alîkariyê kiriye. Heya niha me tu destekdayîn û hewildanên Hikûmeta Herêmê nedîtine. Ev jî ji bo gel zerareke hîn mezintir e û ev tişt dibe sedem ku gel ji bêderfetiyan ji cih û warên xwe koç dikin."

Osman axaftina xwe bi bangewaziyekê bi dawî kir: "Em bi hêvî ne ku kesên xêrxwaz destê alîkariyê dirêjî gelê me bikin û wan bi tenê nehêlin. Lê mixabin pir kes û dewletên weke Emerîka çavên wan li Qendîlê ye û her roj bi navê wekhevî û demokrasiyê bang dikin. Lê di pratîkê de jî tu başiya wan jî diyar nabe. Em jî ji wan kesan re dibêjin wê Qendîl ne bi lehiyan ne jî bi tu rengî nekeve û wê her bi hêz û vîna xwe li ser piyan bimîne."