Şêniyên Qamişloyê serdana gorên şehîdan kirin

Gelê Qamişloyê serdana gorên şehîdan kir, ku di têkoşîna azadiyê û şerê dijî DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan.

Şêniyên Qamişloyê mîna her sal îsal jî bi wesîleya Cejna Remezanê serdana gorên têkoşerên azadiyê û yên di şerê dijî DAÎŞ'ê de şehîd bûn, kirin. Girseya gel bi vê armancê serê sibehê li Şehîdgeha Şehîd Delîl Sarûxan li hev civiya.

Li ser her gorekê dayik û bavek hebû. Dayikan kulîçe û şekir li mirovên li derdorê belav kirin. Zarokan jî cejna hev pîroz kirin. Li aliyekî xemgînî, li aliyê din jî kêfxweşî hebû.

Malbatên şehîdan ên ji Qamişloyê û xaziyên ku bi şehîdan re di heman çeperê de şer kirin, di roja cejnê de soza xwe ya berxwedanê dubare kirin û ji şehîdgehê derketin.