Şêniyên Efrînê: Saziyên alîkariyê yên navneteweyî alî me nakin

Piştî ku dewleta Tirk dest bi êrîşên ji bo dagirkirina Efrînê kir, zêdeyî 170 hezar Efrîniyan koçî Şehbayê kirin. Efrîniyên li Şehbayê gotin, heta niha saziyeke alîkariyê ya navneteweyî alî wan nekiriye.

Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe; DAÎŞ, El Qaîde û El Nûsra roja 20'ê Çileyê êrîş birin ser Efrînê û gelê Efrînê bi rengekî bêhempa 2 mehan li dijî êrîşên dagirkeriyê li ber xwe da. Ji bo pêşî li komkujiyên mezin bê girtin, rêveberiya kantonê biryara derketina ji bajêr da û gelê Efrînê bi vê biryare re koçî herêma Şehbayê kir.

Efrînî ji 18'ê Adarê ve li Kantona Şehbayê di nava şert û mercên giran de li ber xwe didin. Heta niha saziyeke alîkariyê ya navneteweyî alî wan nekiriye. Li nehiyeyên Fafinê, Til Rifat, Ehres û Kefernayê yên Şehbayê, 50 gundên van nehiyeyan û li 10 gundên navçeya Şehbayê 176 hezar Efrînî dijîn.

Efrîniyên ku ji ber êrîşên hovane yên artêşa Tirk û çeteyên wê nekarî tiştekî xwe ji mal derxînin û tenê bi kincên xwe neçar man koç bikin, bi alîkariya gelê Kurd û dostan li ber xwe didin.

Bi desteka Kurdên li Bakurê Sûriyeyê, Ewropa, parçeyên din ên Kurdistanê û bi alîkariya dostan, heta niha li herêma Şehbayê bi kêmderfetan du kamp hatine avakirin.

Li kampa Berxwedan nêzî hezar malbat dimînin. Li kampa Serdemê jî ku hê tê çêkirin malbat bi cih dibin. Lê belê piraniya şêniyên Efrînê li gundan, li hewşên malan û li xaniyên hilweşiyayî dimînin.

Efrîniyên ku li kampa Berxwedan dimînin gotin, ji roja koç kirine û heta niha saziyeke alîkariyê ya navneteweyî destek nedane wan û tenê bi derfetên kêm ên gelê Kurd ew dijîn. Efrîniyan işaret bi şert û mercên giran ên jiyanê kirin û gotin, tevî her tiştî jî wê li ber xwe bidin û dagirkeriyê ti carî qebûl nekin.

Fatma Ebdulah a 70 salî ku neçar ma ji gundê Beradê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê koç bike, diyar kir ku ji ber bomberdûmanê ew neçar mane cih û warê xwe biterikînin û dema derketin tenê kincê li xwe kirî bi wan re bû. Hevserê Fatme Ebdulah Hesen Ebûd jî anî ziman ku ew bi dengê bombeyan ji xew hişyar bûne û got, "Mala me, eşyayên me talan kirin. Em jî li kampan dijîn. Xwedê ji hevalan razî be, hewl didin bersivê bidin pêwîstiyên me, lê dinya germ dibe, havîn tê, hin tişt neke ku qeweta wan jî nagihêjê. Ji bilî hevalan heta niha kesî alî me nekiriye."

Jina bi navê Zeynep Hesen diyar kir ku piştî koçberiyê ew li xirbeyên li Ehresê bi cih bûbûn, lê piştre hatin kampê û got, bi germbûna dinyayê re pêwîstiyên wan zêde bûne. Zeynep Hesen wiha dewam kir: "Hûn jî dibînin, li her derê zarok hene. Ji ber germê ev zarok jî nexweş dikevin. Nikarin xwe bişon jî. Dema ku dinya zêde germ bû wê gelek nexweşî der bibin."

Mihemed Cemîl işaret bi kêmaniya malzemeyên paqijiyê û dermên kir û destnîşan kir ku ti saziyên navneteweyî yên alîkariyê alî wan nekirine û ew ji bîr kirine. Jineke extiyar a bi navê Fîdan jî anî ziman ku ev bû mehek ji mala xwe derketine, hê nekariye banyo bike û diyar kir ku kincên wê tine û av jî kêm e. Welatiyê bi navê Ehmed Heyder jî dibêje bi rojane nikare xwe bişo.