Şehîdê HRE'yê Hemdoş bi merasîmekê hate veşartin

Ji tevlîbûna hezaran kesî cenazeyê şehîdê HRE'yê Rojhat Hendoş ê bi nasnav (Rênas Hemdoş) bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Berxwedana Serdemê veşartin.

Cenazeyê şervanê HRE'yê Rojhat Hemdoş (Rênas Hemdoş) ê ku di Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû, li Goristana şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehresê ya Şehba hate veşartin. Her wiha ji bo gerîlayê HPG’ê Hawar ê bi nasnav (Kamîran Osman ê li çiyayê Gare di sala 1998’an de şehîd bûbû jî merasîm hate lidarxistin.

Bi dirûşman cenazeyê şehîd Rojhat Hemdoş ji Nexweşxaneya Avrîn hate girtin û bi karwanek ji dehan wesayîtî pêk dihat ber bi mala şehîd Hemdoş ê li gundê Til Şierîr a Şehbayê ve ketin rê. Cenaze ji wir jî bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê hatin birêkirin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî destpê kir. Di merasîmê de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê Sûriya Hebeş axivî. Hebeş sersaxî ji malbatê re xwest û bang li dayikan kir ku li ser şehîdan rondikan nebarîn ku dijmin bi wan kêfxweş nebin.

Di dewama merasîmê de jî li ser navê Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî axaftin hatin kirin. Hate gotin ku xwîna şehîdên me yên li cihên cuda hatine dayîn tê wateya yekbûna gelan.

Piştî ku nasanmeya şehîdan hatin xwedin û şûnde radestî malbatan hatin kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşmên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî Berxwedana Serdemê’ hate veşartin.