Şehîdê Berxwedana Rûmetê Sehlebiyê spartin axê

Şervanê QSD’ê yê Seqîr Sehlebiyê yê di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûye, li Şehîdgeha Tebqayê bi merasîmekê spartin axê.

Bi sedan şêniyên herêma Tebqayê, fermandarên QSD û nûnerên Revberiya Xweser tevlî merasîmê veşartina cenazeyê şervanê QSD‘ê Ehmed Ebûd El-Seyah (Seqir Sehlebiyê) bûn.

Şêniyan cenaze ji Nexweşxaneya Wetanî ya Tebqayê wergirtin û bi kerwanekî ber bi Şehîdgeha Şehîdan ve ketin rê. Li Şehîdgehê merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên QSD‘ê ve hate lidarxistin û deqeyek rêz a bîranîna şehîdên têkoşînê azadiyê hate girtin.

Piştre Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Fatima El-Mehmûd axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Bi saya şehîdan em îro li vî cihê pîroz kom bûne. Cihê ku têkoşer û şoreşgeran hembêz kirine yên ku rûpelên dîroka gelê me xêz kirin. Şehîdan rêya gel a ber bi azadî, hezkirina axê û şikandina bendan ronî kir. "

Bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê, hevserokê Komîteya Aborî Ehmed El-Silêman jî axivî û sersaxî ji malbata şehîd Seqir re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştî axaftinn, endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Mûstefa Siwêd nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Girseya gel cenazeyê şehîd di nava dirûşme û tilîliyên dayikan spast axê.