Şaredariya Pînerolo, Ocalan kir welatiyê xwe yê rûmetê

Şaredariya Pînerolo ya ser bi bajarê Torîno yê Îtalyayê, wê 29'ê Îlonê 'Welatîbûna Rûmetê' bide Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Pînerolo wê bibe şaredariya 7'an ku Ocalan kirine welatiyê xwe.

Konseya Bajêr a Şaredariya Pînerolo, roja 7'ê Hezîranê li hev civiya û biryar da ku 'Welatîbûna Rûmetê' bide Ocalan. Di daxuyaniya Şaredariyê de hat gotin, "Em dixwazin têkoşîna gelê Kurd a bi dehan salan ji bo nasname, çand û zimanê xwe dide hembêz bikin. Lewma em Ocalan dikin welatiyê xwe." Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane, Ocalan bi xurtî têdikoşe û hat gotin, "Bi rêya vê welatîbûnê, me xwest israra ji bo çareseriyê ya Ocalan, ku li girtîgehê ye û di nava tecrîdeke giran de ye, hembêz bikin."

'BIRÊZ OCALAN, HÛN BI XÊR HATINE'

Di daxuyaniyê de hat bi bîr xistin, ku gelê Kurd ne tenê li Tirkiyeyê, li her cihê ku DAIŞ lê ye li dijî DAIŞ'ê têkoşîneke mezin dide û hat gotin, "Em ji welatiyê nû yê bajarê xwe, ji Birêz Ocalan re dibêjin; Hûn bi xêr hatine. Em li bendê ne ku Birêz Ocalan rojekê were bajarê me."

Welatîbûna Ocalan wê roja 29'ê Îlonê bi merasîmekê were dayin. Li ser navê Ocalan wê parêzerên wî, her wiha Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê, Komîteya Kurd a Îtalyayê û Komîteyên Dostaniya Kurdistan Îtalyayê beşdarî merasîmê bibin.

ŞAREDARIYA 7'AN A LI ÎTALYA YE KU OCALAN DIKE WELATIYÊ XWE

Bi Şaredariya Pînerolo re hejmara şaredariyên Îtalyayê yên Ocalan kirine 'Welatiyê xwe yê rûmetê' gihîşt 7'an. Beriya niha şaredariyên Palermo, Napolî, Palagonîa, Rîace, Reggîo Emîlîa û Martano Ocala kiribûn welatiyê xwe.

Şaredariya Pînerolo her wiha şaredariya yekemîn e ku bi Şaredariya Kobanê re peymana biratî/dostaniyê îmze kiriye.

7'Ê COTMEHÊ WÊ JI BO AZADIYA OCALAN MEŞ BÊ LIDARXISTIN

Di vê navberê de, wê li bajarê Mîlanoyê bi şiyara "Azadî ji Ocalan re" 7'ê Cotmehê saet di 15:00 de li Porta Venezîayê meşek bê lidarxistin. Meş ji aliyê Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê, Civaka Kurd a li Îtalyayê û Komîteyên Piştgiriya bi Kurdistanê re tê organîzekirin.