Şaredariya Nurnbergê wêneyê Rojava ji pêşangehê rakir

Li navenda çandê ya girêdayî şaredariya Nurnbergê pêşangeha wêneyan hate nîşandan û wêneyek ji Rojava jî di pêşangehê de cih digirt. Li ser zextên lobiyên Tirk şaredariyê wêne ji pêşangehê derxist.

Wênegirê Fransî Laûrence Grangîen wêneyên ku li herêmên şer kişandî dide nasandin. Hunermendê ku li Nurnbergê dijî destpêka îsal li Rojavayê Kurdistanê geriya û wêne kişand. Grangîen wêneyên kişandî bi navê “Rojava: Ronahî û hebûn” li Navenda Çand û Perwerdê ya Sudpunk a şaredariya Nurnbergê di pêşengehêkê de nîşan da.

Yek ji wêneyan wêneyê ku qala parastina xweser ya jinan a li Rojava dike. Jineke çekdar bi alaya “Parastina Jin” û posterê  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xuya dike. Wêne destpêkê ji aliyê çapemeniya Elman ve hedef hate nîşandan û piştre saziyên Tirk ên li bajêr û konsolosxaneya Tirk ji bo rakirina wêneyê kete nava hewldanan.

Şaredariya Nurnbergê tevî zextan li ber xwe da lê sefîrê Tirk ê li bajêr Serdar Denîz çû şaredariyê û bi Seroka Şaredariyê Ûlrîch Maly re civiya. Rayedarê Tirk di civînê de wêne weke “propagandya rêxistinê” bi nav kir û li ser gef û zextên rayedarên Tirk wêne ji pêşangehê hate derxistin.

Hunermend Laûrence Grangîen got ku ew li beramberî rakirina wêneyê ji aliyê şaredariya Nurnbergê ve şoke bûye û wiha got; “Di rastiyê de li ser zextên konsolosxaneya Tirk wêne di pêşangehê de bû reklam û nîşanî min da ku çiqasî karekî girîng min kiriye, divê mijarê de minnetdarê wa nim."