Şandeyeke DYE'yê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir

Bi çarçoveya serdanên dîplomatîk ên şandeyên biyanî û saziyên civaka sivîl duh Komîseriya Azadiya Olan a Navneteweyî ya DYA’yê bi rayedarên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re civiya.

Hevdîtin bi Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kongreya Star û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) re li bajarê Qamişloyê pêk hatin.

Şande ji cîgira serokê Komîseriyê Nadine Menza û keşeyê wîlayeta Tennessee Nashville, Steve Burger, pêk hat.

Şandeya biyanî destpêkê bi berpirsên Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re civiya. Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer, cîgira wî Ebîr Êliya, şêwirmenda hevserokatiya daîreyê Mizgîn Ehmed û berdevkê fermî yê Daîreya Têkiliyên Derve Kemal Akif, şandeya Amerîkî pêşwazî kir.

Li gorî berdevkê fermî yê Daîreya Têkiliyên Derve Kemal Akif, di hevdîtinê de pêşketinên siyasî yên li Sûriyê û bi taybetî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin nîqaşkirin. Akif wiha got: “Şandeya Amerîkî ji binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên li dijî pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb û Suryan û pêkhateyên din, wekî koçberiya bi darê zorê, kuştin, talankirin, tecawizkirin û guhertina demografîk û çandî li herêmên dagirkirî, hate agahdarkirin.”

Akif diyar kir ku rapora îsal a Desteya Olan a Amerîkayê û girîngiya darizandina hemû aliyên ku mafên mirovan binpê kirine, hatin nîqaşkirin û wiha lê zêde kir: “Hevdîtin xweş bû. Me rapora ku wê cîgira serokê Komseriyê Nadine Menza girêdayî herêmê amade bike, gotûbêj kir.”

Akif destnîşan kir ku ew li benda rapora şandeyê ne ku dê piştî vegera wê li Amerîkayê, bide.

Hevdîtina duyemîn bi Kongreya Star re pêk hat. Endama Koordînasyona Kongreya Star Asya Abdullah û berdevka Kongreya Star Remziya Mihemed li navneda têkiliyên Kongreya Star a li Qamişloyê şande pêşwazî kir.

Hevdîtina her du aliyan zêdetirî saetekê dewam kir. Her du aliyan gelek dozên girêdayî herêmê û bi taybetî jinan, destkeftiyê li herêmê, astengî û azarên ku şêniyên herêmê dikişînin û rola sereke ya jinên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hemû aliyên siyasî, leşkerî û civakî de gotûbêj kirin.

Têkildarî hevdîtinê berdevka Kongreya Star Remziye Mihemed wiha got: “Serdana şandeyê bi armanca dîtina mekanîzmaya xebatên Kongreya Star, rewşa jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û sîstema hevserokatiyê ya Rêveberiya Xweser pêk hat.”

Kongreya Star gelek belgeyên ku sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî jinên Sûriyê bi giştî û jinên Bakur û Rojhlatê Sûriyê bi taybetî îspat dikin, nexasim sûcên li dijî endamên Koordînasyona Kongreya Star wekî topbarana li bajarê Kobanê, pêşkêşî endamên şandeyê kir.

Remziye Mihemed destnîşan kir ku êdî haya şandeyê ji azarên jinên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ji ber dewleta Tirk a dagirker û gefên wê yên domdar li dijî herêmê, heye û wiha domand: “Divê zextê li Amerîkayê bike da ku gef û dagirkeriya dewleta Tirk ji herêmê re bi dawî bike.”

Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif di hevdîtina bi şandeya Amerîkî re behsa binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî wekî guhertina demografîk, qirkirina etnîkî û olî û veguherandina wan herêman ji navnedên DAIŞ`ê re, kir û diyar kir ku rakirina alên DAIŞ`ê li Serêkaniyê û Efrînê vê dawiyê, mînaka herî berbiçav e.

Foza Yûsif tekez kir ku dewleta Tirk ne tenê xetereyê li ser gelê Kurd ava dike, lê belê li ser tevahî herêmê xetere ye.

Şandeya Amerîkî jî tekez kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêma tekane ye azadiya ol û çandan lê heye û diyar kir ku dê ji bo mayîndekirina îstiqrarê li herêmê piştgiriyê bidin.

Tê payîn ku şande berê xwe bide bajarê Reqayê û bi berpirsên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bicive û civînên cuda li dar bixe.