Îsraîlê careke din êriş bir ser gundewarên Şamê
Balafirên şer ên Îsraîlê duh li gundewarên Şamê tesîsên çekan bombebaran kirin.
Balafirên şer ên Îsraîlê duh li gundewarên Şamê tesîsên çekan bombebaran kirin.
Artêşa Îsraîlê bombebarankirina depo û tesîsên çekan ên rejîma berê ya Sûriyeyê didomîne.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), balafirên şer ên Îsraîlê doh li herêma Seyda Zeyneb a Şamê depoyên çekan bombebaran kirin, her wiha depoyên Qeldûn ên li herêma Ceyrûd a Şamê jî hatin bombebarankirin.
Şeva 15ˈê Kanûnê jî baregeha Tugeya 23ˈyan a Parastina Hewayî, avahiya Tugeya 23ˈyan a nêzî gundê Herîsûn, Tabûra Esqebla, Dehir El Beluta, herêmên Xirab, Mesrehîn, 2 deverên nêzî Dirêkîşê, depoyên moşekan, baregeha parastina hewayî ya nêzî gundê Melka û baregehên li bakurê deşta Ekar hatin bombebarankirin. Her wiha qaîdeyên moşekan ên li baregeha 107ˈan a li herêma Zama ya Tertûsê jî hatin bombebarankirin. Hate diyarkirin ku bombebaranê 8 saetan dewam kir û wekî ya herî tund ji destpêka 2012ˈan ve hat wesifandin. Her wiha herêma Misyafê û tesîsên radaran ên li balafirgeha leşkerî ya Dêrazorê jî hatin bombebarankirin.
Li gorî SOHRˈê, di encama teqînên ji ber bombeberankirina depoyan çêkan çêbûne û avêtina moşekan de, herî kêm 36 sivîl birîndar bûne û zirar li malên welatiyan bûye.