Êzidiyên li Ewropayê ji bo Şengalê dest bi çalakiya rûniştinê dikin

Ji bo xwedîderketina li xweseriya Şengalê, bi taybetî xwedîderketina li Asayîşa Êzidxanê, Êzidiyên li Ewropayê dest bi çalakiya rûniştinê ya dorveger dikin. Çalakî wê 16'ê Çileyê li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê dest pê bike.

Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) têkildarî berxwedana Şengalê ya li dijî lihevkirina Hewlêr û Bexdayê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku civaka Êzidî di serî de li Şengalê, li her devera ku lê ne ji 9'ê Cotmeha 2020'î dema ragihandina peymana li ser Şengalê û vir ve li ser piyan e.

MŞD'ê diyar kir, ku ji bo têkbirina vê peymana bêxêr, li ber Navenda Asayîşa Êzidxanê bi dirûşma "Em hemû asayîş in" 45 roj in konê berxwedanê hatiye vedan û bi biryardarî dewam dike.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi navê Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat, di çarçoveya berxwedana ji bo parastina rûmet, îrade û statuya Şengalê de, em ê jî weke gava destpêkê çalakiya rûniştinê ya dorveger pêk bînin. Çalakî wê di 16'ê Çileyê de li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê bi daxuyaniyekê dest pêk bike. Konê çalakiya rûniştinê wê heta 30'ê Çileyê vedayî be."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku çalakî wê her roj sae di navbera 13:00-15:00 li Steîntorplatzê pêk were û bang li civaka Êzidî û dostên wan hate kirin ku bi xurtî tevlî çalakiyê bibin û hebûn û siberoja civaka Êzidî biparêzin.