Êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin

Dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û êrîşên li dijî Kampa Mexmûrê li bajarên Ewropayê hatin şermezarkirin.

Ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û êrîşa hewayî ya li dijî Kampa Penaberan a Mexmûrê bi banga Konfederasyona Civakên Kurdistanî yên li Elmanyayê (KON-MED) li bajarê Bremenê çalakiyeke protestoyî pêk hat. Kurdistaniyên li Bremen û Oldenbûrgê tevî dostên xwe tevlî çalakiyê bûn. Çalakgeran nerazîbûn nîşanî hikumeta Başûrê Kurdistanê dan û gotin, "Destûrdayina ji bo kuştina zarokên gelê xwe, pêşkêşkirina xaka xwe Birakujî ye."

FRANKFURT: Bi heman armancê li ber strasyona trenê ya navendî ya Frankfurtê mîtîngek pêk hat. Di mîtîngê de hate bibîrxistin ku ji ber êrîşên dewleta Tirk gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane û bêdengiya hikumetên Başûrê Kurdistanê û Iraqê hate şermezarkirin. Di mîtîngê de bang li saziyên navneteweyî hate kirin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk bikevin nava liv û tevgerê.

STUTTGART: Li bajarê Stuttgartê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê, ji Lautenschlagerstrasseyê heta Kronprintz-platzê meşek pêk hat. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Bimire xiyanet" hate hildan.

STOCKHOLM: Êrîşên dewleta Tirk li bajarê Stockholm ê Swêdê hate şermezarkirin. Kurdistanî bi vê armancê li meydana Sergelstorgê li hev kom bûn û pankartên bi nivîsa "Li dijî teror û faşîzmê bibin yek" û "Erdogan kujerê zarokan e" hildan. Ayşe Goktepe bi navê çalakgeran axivî û rexneyên tund li Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê kir ku li pêşberî êrîşan bêdeng in. Her wiha diyar kir ku rêveberiya PDK, dewleta Iraqê û welatên rojavayî yên li pêşberî êrîşan bêdeng in hevparê komkujiyan e. Goktepe bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê dengê xwe bilind bike.

DEN HAAG: Hewldana dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê li bajarê Den Haagê yê Hollandayê hate şermezarkirin. Kurdistaniyên li ber avahiya parlamentê li hev kom bûn êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê şermezarkirin. Di çalakiyê de belavokên bi zimanên Hollandayî û Îngilîzî hatin belavkirin.