Êrîşa li ser Efrînê: Şehîd û birîndar hene

Artêşa Tirk a dagirker bi obusan êrîşî taxên Eşrefiyê, Mehmûdiyê û Efrîn a kevn dike. Şehîd û birîndar ji ber êrîşê hene.

Êrîşên artêşa Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û qirkirina Kurdan didomin. Hate ragihandin ku ji ber êrîşa bi obusan şehîd û birîndar hene. Sivîlekî di êrîşê de birîndar bû diyar kir ku xizmên wî di binê xirbeyan de mane û li benda alîkariyê ne.

Tîmên tenduristiyê û xebatkarên Heyva Sor a Kurd li her sê taxan hewl didin xwe bigihînin sivîlên di binê xirbe de mane. Lê belê ji ber êrîşên giran ên bi obusan tîmên rizgarikrinê nikarin bixebitin.