Çima qada Bradost û gerîla çi dike?

Artêşa Tirk bi piştevaniya herî kêm 10 balafirên keşfê û droneyan bombeyan li Xakurkê dibarîne û hewl dide bi vî rengî li herêmê bimîne. Gerîla jî bi rengê tîmên biçûk li herêmê belav bûye û taktîka 'li her deverê ye, ne li ti deverê ye' pêk tîne.

Li herêma Xakurkê ku dewleta Tirk hewl dide dagir bike, berxwedaneke mezin a gerîla heye. Qada Bradost a li nava herêma Xakurkê çima girîng e, dewleta Tirk çima êrîş dike, gerîla çi dike?

ÇIMA QADA BRADOST?

Demeke em li Xakurkê şer dişopînin. Qada Bradostê ku li nava Xakurkê ye, qadeke stratejîk e ku sê netewe dewletên ku Kurdistan kirine çar parçe lê digihêjin hev. Qadeke ku li navenda çiyayên Zagrosê ye.

Dema ku em der barê hin qadên ku di nûçeyan de qala wan tê kirin, hingî wê girîngiya herêmê û germahiya şer baştir bê fêhmkirin.

Lêlîkan: Ev gir du sal in gelekî tê bihîstin, şerekî giran lê diqewime, gelek caran leşkerên li ser wî girî bi temamî tên kuştin, lê belê piştî rojekê leşkerên nû lê tên bicihkirin. Bilindahiya girê Lêlîkanê hezar 800 metre ye, ji hewayê bi 17 kîlometreyan dûrî Sîdekanê ye. Bi 18 kîlometreyan dûrî Çiyayê Şekîf e ku herî dawî di 27'ê Gulanê de xwestin dagir bikin. Navbera deşt û çiyê ye. Yek ji taybetmendiyên din ên Lêlîkanê ew e ku li gorî sînorên dewletê yên nefermî, Îran di nava 'xaka xwe' de dibîne. Îran qada heta Sîdekanê weke xaka xwe dibîne. Sîdekan bajarokekî biçûk e ser bi navçeya Diyanayê. Diyana jî navçeyeke Hewlêrê ye, lewma li herêmê girîngiya xwe heye. Di dema şerê Kurdan ên bi pêşengiya Barzaniyan de yê li dijî dewleta Iraqê, her wiha di şerê Îran-Iraqê yê sala 1980-1988'an de timî bû qadeke şer. Dema ku Saddam di sala 1988'an de bi lihevkirinê ji herêmê vekişiya, tê gotin ku wê demê gotiye 'ez vedikişim lê belê min bi deh hezaran leşkerên xwe li pey xwe hiştiye'. Leşkerên ku li pey xwe hişt ew mayin in ku hîn jî dibin sedema mirina mirovan.

Şekîf: Artêşa Tirk di 27'ê Gulanê de bi saetan bombe li çiyayê bi heybet Şekîfê barand û piştre bi helîkopterên super kobra leşkerên xwe danî herêmê. Şekîf li bakurrojhilatê Sîdekanê ye, bi 35 kîlometreyan dirêj e û bilindahiya xwe derdora 3 hezar metre ye ku ji çiyayên din qut e. Çiyayeke ku li herêmê serdest e. Dewleta Tirk bi dagirkirina Şekîf re dixwaze Xakurkê dorpêç bike û bi vî rengî welê li gerîla bike ku nikaribe çalakiyan bikin û nikaribin lê bimînin.

Şehîd Botan: Ev gir li qada Ermûşê ye, bi 14 kîlometreyan dûrî Şekîfê ye. Bilindahiya vî girî hezar 340 metre ye. Qadeke ku gerîla 40 sal in ji tecrûbeya Xakurkê sûdê werdigire. Lewma li gel liv û tevgera balafirên keşfê û şer jî timî çalakiyan dikin.

REWŞA GERÎLA

Gerîla Xakurkê dişopîne, kontrol dike, di dema xwe de çalakiyan dike. Gerîla bi vê taktîkê hevrikê xwe ber bi qadê ve dikiîne, bi vî rengî li her devera dixwaze her tim şer dike. Însiyatîfa şer bi giranî di destê gerîla de ye, lewma şer û berxwedan demeke dirêj didome.

Li qada şer jî bi giranî gerîlayên ku di salên 1990'î de ji dayik bûne hene. Ji gerîlayên tîmekî asayî heta bi Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan hêza gerîla hemû di nava şer de şareza bûne. Xwe gihandine asta gerîlayên profesyonel. Bi çar zimanên sereke yên Rojhilata Navîn (Kurdî, Erebî, Tirkî û Farsî) zanin. Di mijarên îdeolojîk, rêxistinî û leşkerî de timî xwe perwerde dikin. Xwedî nêrîneke eşkere ya dinyayê ne. Bi zanebûn dijîn û şer dikin.

Li gorî agahiyên ku me ji fermandarên gerîla wergirtin, êdî hêzên her du aliyan jî bi 'sîstema tîm' tevdigerin. Gerîla bi tîmên biçûk li qadê belav dibe, artêşa Tirk a dagirker jî. Bi taybetî artêşa Tirk bi piştgiriya herî kêm 10 balafirên keşfê û droneyan hewl dide li Xakurkê bimîne. Gerîla jî bi tîmên biçûk 'li her deverê, ne li ti deverê' ne. Dema ku biryarê werdigirin ku çalakiyê bikin bi lez û bez xwe digihînin hev, çalakiyê dikin û bi lez û bez ji hev belav dibin.

TÊKILIYA GERÎLA BI GEL RE

Gel gerîla weke xwişk û birayên xwe, ewlad û hevrêyên xwe dibîne. PDK'ê par xwest li gundên Geliyê Lêtanê nuqteyên asayîşê ava bike. Lê belê gelê herêmê jê re got, 'Em naxwazin ku li gundê me asayîş bê avakirin. Em bi gerîla piştrast in, hêzên gerîla bi dehan salan li qadên me ne, me ti nebaşiya wan nedît, mal, namûsa me diparêzin, em bi wan piştrast in' û nehiştin ku asayîş li herêma wan bê avakirin.

Gerîla yekser naçin nava gundan û malan û rû bi rû bi gel re têkiliyê pêk nînin. Lê belê gundiyên ku ji bo komkirina pincaran, çêrandina pezê xwe diçin çiyê hingî dikarin gerîla bibînin. Jiyan, têkoşîn û nêrîna gerîla bandoreke xurt li gel dike.