Çeteyên dewleta Tirk zilm û êşkenceyê li gelê Efrînê dikin

Li Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, çeteyên ku karê kontra dikin, tehdeyê li şêniyên Efrînê dikin ji bo bi zorê ji malên xwe derkevin. Her wiha bi êşkenceyê mirovan direvînin û dest datînin ser malên gel.

Piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê; El Nûsra, OSO û DAÎŞ'ê ji bo dagirkirinê êrîş birin ser Efrînê, bi sed hezaran mirovên ji Efrînê neçar man ji cih û warê xwe derkevin. Dewleta Tirk û komên wê yên çete malên gelê Efrînê talan kirin û bi sedan malên Efrîniyan û gund hilweşandin. Çeteyên Tirk niha li navend û gundên Efrînê karê kontra dikin, dest datînin ser malên gel, mirovan digirin û êşkenceyê li wan dikin.

'HER YEK JI WAN JI ALIYÊ DEWLETA TIRK VE HATINE WEZÎFEDARKIRIN'

Kontrayên bi navê Mûrad Sîno, Mistefa Ehmed Hecî Hiso, Ebû Aslan û Feysel Fûat Hemelîko ku li gundên Hisinê û Mîrkanê zilmê li gel dikin, heta niha êşkence li dehan sivîlan kirine, dest danîne ser mal û zeviyên wan.

Mûrad Sîno ev 6 sal in di nava çeteya OSO de ye. Niha jî li Efrînê ajokarê tankê ye. Bi bahaneyên cuda êşkence, zilm û zordariyê li gel dike. Mistefa Ehmed Hecî Hiso kontrayek e ku dema çeteyên OSO Efrîn dagir kirin bi wan re tevgeriya. Çeteyan li gundê Hisinê êşkencexaneyek ji Hiso re amade kiriye ji bo êşkenceyê li welatiyan bike. Hiso ku gundiyan digire û lêpirsîna wan dike, beriya niha welatiyekî astengdar ê li gund kuştibû.

'WELATIYAN DIREVÎNIN Û FÎDYEYÊ DIXWAZIN'

Ebû Aslan ku 7 sal in di nava OSO de ye, li Ezazê dimîne. Ebû Aslan ji aliyê çeteyan ve weke berpirsyarê giştî yê gundê Mîrkanê hatiye wezîfedarkirin. Feysel Fûat Hemelîko jî tevî kurê xaltîka xwe piştî ku Efrîn ji aliyê çeteyan ve hate dagirkirin tevlî nav açetyan bû. Niha li gundê Hisinê welatiyan dike hedef. Feysel Fûat Hemelîko ku zilmê li gundiyan dike, yek ji wan kesan e ku welatiyan digire û êşkenceyê li wan dike. Çeteyên ku welatiyên Efrînê direvînin û fîdyeyê ji xizmên wan dixwazin, duh li gundê Hisinê Ehmed Hemo, hevsera wî, xwesû û apê wî dîl girtibûn û fîdye xwestin. Welatiyên hatine revandin hê nehatine berdan.