Çeteyên dewleta Tirk êriş birin ser Helebê

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi hawanan êriş birin ser taxa Eşrefiyê ya Helebê.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li bajarokê Kefirhemra yê li rojavayê Helebê bi cih bûne, bi hawanan êriş birin ser taxa Eşrefiyê ya Helebê. Ji ber bombardûmanê xisar li herêmê bû. Hêzên Ewlekariya Navxweyî piştî bûyerê bi lez û bez xwe gihandin herêmê û ji bo zerar li sivîlan nebe tedbîrên pêwîst wergirtin. Hêzên ewlekariyê enqaza fîşekên hawanê rakirin.

DOH 3 SIVÎL QETIL KIRIBÛN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker doh jî bombe li taxên Helebê yên di kontrola hêzên rejîmê de ne bombe kiribûn. Ji ber bombardûmanê 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn û hin sivîl birîndar bûbûn.