Çeteyên DAIŞ’ê li Dêra Zorê qetlîam pêk anî

Çeteyên DAIŞ′ê li Dêra Zorê qetlîamek din pêk anî. Di qetlîamê de zêdeyî 100 welatiyên sivîl hatin qetilkirin û gelek sivîl jî birîndar bûn.

Pêşveçûna şervanên QSD′ê ya di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de didome. Welatiyê sivîl ji ber hovitya çeteyên DAIŞ’ê direvîn xwe dispêrin şervanên QSD’ê. Îro di saetên berê êvarê de çeteyên DAIŞ′ê li herêma ku dikeve navbera kargeha Konîka ya gazê û bîrên petrolê ya Cefra dema ku welatiyên sivîl ji aliyê şervanên QSD’ê ve dihatin rizgarkirin çeteyan qetlîamek pêk an.

Li gorî agahiyên hatin girtin di qetlîamê de zêdeyî 100 welatiyên sivîl hatin qetilkirin, gelek sivîl jî birîndar bûn.