Çerxa gemarî ya li dor Erdogan

Bi rejîma Erdogan re rêxistineke nû ya bazirganî ava bû. Pereyên qirêjî cihokên nû ji xwe re dîtin. Ev çerxa ku li dora Erdogan ava dibe patronên nû çêkir. Hemû ji pergala nû re hatin hazirkirin.

Ji berevaniyê bigirin ta bi enerjiye, perwerdehî, tenduristî, tekstîl û heta bi medyayê, li hemû sektoran torên Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bû serdest. Hin jê dilsoziya xwe ya bi Erdogan re bi navê ‘eşq’ê vegotin, hin jê tam bi rengekî rajêrbûnê, hin jê ji bo efendiyê xwe yê nû ketine pêşbirkê. AKP ya ku 2002’yan hatî ser kar polîs, leşker, medya, daraz bi dest xist, bi rengekî paralel derdora kar jî bi xwe ve girêda. Qedrotî ji her qadê ve hate avakirin.

HEMÛ SÛC HILDIBERÎNIN, DIBINE HEVKARÊ SÛC

Berat Albayrak bû mirovê herî li pêş ê siyasî yê Erdogan. Bêguman ne tenê ye. ‘Sultan’ bi zirxekî bazirganî dora xwe pêçaye. Weke polîs û leşkeran ev jî hem li dijî muxalefetê hem li dijî karker û kedkaran bi rengê amûra zext û tundiyê derdikeve pêş. Gendelî, pereyên gemarî, mêtingerî û jê zêdetir di nav vê çerxê de dizîvire. Amûrên sereke yên zorê yên rejîmê, ji hêla toreke berfireh a şîrketan ve tê rêvebrini. Hemû sûc diafirînin, dibine hevkarê sûc. Em bi pergaleke wiha ya aborî ya milîtarîst re hevrû ne ku berevaniya li rejîma dikta û geşkirina wê daye ber xwe.

BERAT ALBAYRAK: Zavayê Erdogan Albayrak bû Wezarê Gencîne û Darayi yê pergala ku bi salan e hîmê wê tê danîn. Ji 2015’an ve li mewkiyeke wiha girîng a Wezareta Enerjiyê bû. Van salên dawî zêdetir derkete pêş. Li Tirkiyê ku enflasyon pir zêde bûye û lîreyê Tirk pir ji nirx ketiye, deynê bûdçeyê pir zêde bûye bû Wezîrê Gencîne û Darayiyê. Ev ‘zava’ di civînên girîng ê Erdogan de ye, di hemû serdanên Erdogan de hazir e. Dema hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê jî li cem Erdogan bû. Beriya ku bikeve nav siyasetê Çalik Holdîng bi rê ve dibir. Ev şîrket di qadên tekstîk, enerjî û medyayê de xwedî hisse bû. Di nav van de rojnameya Sabahê û A Haberê hebû. Albayrak bi vî rengî bû yek ji navenda kontrola medyayê ya girîng a Erdogan. Erdogan ku ji hejaran re behsa ‘netewperweriyê’ dike, zavayê wî li New Yorkê li Zanîngeha Paceyê di qada fînansê de mastir kiribû 2015’an kete nav hikûmetê. Dema ku bû Wezîrê Enerjiyê têkiliyên xwe yên bi welatê biyan re geş kir. Di nav van de pêşî Rûsya û Israîl hene. Her du welat jî bi Tirkiyê re prokeyên girîng ên enerjiye müzakere dikin. Dema ku dewleta Tirk 2015’an balafira Rûs anîn xwarê, Rûsya bi belgeyên ku belav kirî, nîşan dabû ku Albayrak û Erdogan bi çeteyên DAÎŞ’ê re bazirganiya petrolê dikin. Piştî ku têkiliya di navbeyna du welatan de nerm bû ev sûcdarî hatin jibîrkirin. Cotmeha 2016’an dema ku di navbeyna Tirkiyê û Rûsyayê de projeya gazê hate îmzekirin rûyê Albayrak dikeniye.

SELÇÛK BAYRAKTAR: Keçeke dî ya Erdogan jî bû mijara ‘zewaca bazirganiyê’. Nav Selçûk Bayraktar e. Cara pêşî GUlana 2016’an li Izmîrê li Tetbîqeta Bi Avêtina Fiîlî ya Yekbûyî ya Efesê hate xuyakirin. Selçûk Bayraka ku TB2, amûr bêmirov a ‘millî’ hilberandî, derbarê vê projeye agahî da Serekerkanê Leşkeriya Tirk Hulusî Akar.

Bayraktar bi rengekî açlak bingeha leşkerî ya rejîma Erdogan ava dike. Di operasyonên artêşa Tirk de, yên bi navê ‘Mertalê Firatê’’ û ‘Çeqla Zeytûnê’ yên dijî Kurd de, ÎHA û SÎHA’yan bi rengekî çalak desteka hewayî da. Şîrketa ku beriya bi demeke nêz teslimata SÎHA’yan ku 4 muhîmmatên girîng hildigire pêk anî, Bayraktar muhîmatên biçûk ên biaqil (MAM) MAM-L û MAM-C jî, yên ku ROKETSAN’ê ava kirî entegreyi TB2 ÎHA’yan kir.

ETHEM SANCAK: BMC bi buhayekî erzan ji Fona Sîgorta ya Mewdûata Teserûfê (TMSF) kir. Xwediyê rojnameyên Akşam û Starê, SKY û 24 televîzyonên din. Ethem Sancak Serokê Desteya Rêveber a şîrketa Es Malî Yatirim ve Danişmanlik A.Ş. dike. Bi rengekî vekirî got ku ew aşiqê Erdogan e û eşqa xwe jî şiband eşqa Şems a li Mevlana. Piştî ku vê 'eşqa' wî dest pê kir, ji fîrmaya belavkirina dermên bû xwediyê şîrketên mezin ên medyayê û karsazê leşkerî yê ku wesayitên zirxî yên weke Kîrpî ji dewletê re tedarik dike. Sancak ji sewalkariyê heta tûrîzmê li gelek qadan razemeniyên xwe hene. Wesayitên zirxî yên Kîrpî, Zirxiyên ji bo gelek armancan, TTA, Tankerên Îkmalkirina Sotemeniyê, wesayita rakêşer û TOMA difiroşe. Yanî, amûrên zordariyê yên rejîmê hildiberîne.

NÛROL HOLDÎNG: Xwediyê Bendava Ilisûyê ku wê Heskîfa dîrokî di binê avê de bihêle û projeya HES'ê ye. Karên xwe ne tenê ev e. Nûrol ku bendav û HES'ên li Yûkari Karakoy û Gexî yên Çewlikê çêdike, wesayitên zirxî yên TOMA, EJDER TOMA, EJDER 6X6, EJDER II û AKINCI ZMA difiroşe emniyetê û artêşê. Çend ji karên din ên Nûrol wiha ne: 'Zirxê kompozît' ê ji bo Qesra Çankayayê, tedarikkirina pêdiviyên zirxî yên Serokwezaretiya T.C., peydakirina êlekên parastina personel ji bo Fermandariya Hêzên Taybet a Serokatiya Fermandariya Giştî, mertalên parastina balîstîk ji bo Mİdûriyeta Giştî ya Emniyetê, bizirxkirina kabîna pîlot a helîkpterên Skorsky ên Midûriyeta Giştî ya Emniyetê, bizirxkirina wesayitên personel ên zirxî ji bo Fermandariya Giştî ya Jendermeyan, projeya kabîn/kulûbeya nobedar a bi zirx ji bo Fermandariya Giştî ya Jendermeyan.

https://www.nurol.com.tr/nurol-makina-ve-sanayi-a-s

VOLKAN ÎTFAIYE: Sala 1974'an ji bo hilberîna wesayita arkujiyê ji aliyê Îsa Tecîm ve hate avakirin. Lê belê niha hevkarê hilberîna TOMA ye.

KATMERCÎ: Katmercîler Araç Ustu Ekîpman Sanayî ve Tîcaret A.Ş. şîrketa parlamenterê berê yê AKP'ê Îsmaîl Katmercî ye. Li sektora amûrên wesayitan kar dike. Tevî 30 wesayitên TOMA, gelek wesayitên xwe yên arkujiyê, wesayitên vekirina qenalan, wesayitên rizgarkirinê, tankerên av û sotemeniyê hene. Şîrket li Herêma Pîşesaziyê ya Ataturk a Îzmîrê li herêmeke ji 31 hezar 500 metreçargoşeyî qadeke girtî ya ji 12 hezar kîlometreçargoşeyî çêkiriye û hilberînê dike. Ji 40 welatî re wesayitan difiroşe. Ji artêşa Tirk û Emniyetê re wesayitên zirxî yên bi tîpa TOMA û KANGAL hildiberîne. Wesayitên vê şîrketê li bajarên Kurdan gelekî tên dîtin. Wesayita zirxî ya personelan a KHAN.D, mertala parastinê, wesayitên zirxî yên kolandinê û barhilgir.

http://www.katmerciler.com.tr/L/TR/mid/343/g/343/c/31/id/61/HIZIR-4x4-Taktik-Tekerlekli-Zirhli-Arac.htm

OTOKAR: Otokar yek ji şîrketên Civata Koç e. Wesayitên zirxî yên bi palet û gelek wesayitên cuda yên zirxî hildiberîne. Wesayitên zirxî yên bi tîpa ARMA, KOBRA, KALE, URAL, KAYA û ZPT, wesayitên zirxî yên bi palet TULPAR, TULPAR S û ALTAY û kûleyên gelek wesayitên zirxî difiroşe.

https://www.otokar.com.tr/tr/urunler/paletli-zirhli-arac

DEMÎR ÇELÎK: Oztreyler Demîr Çelîk A.Ş. ku hilberînerê qaseyên qemyonan e, sala 1983'an ava bû. Ev fîrma bi pareke biçûk tevlî BMC a Ethem Sancak bû û TOMA'yan hildiberîne.

http://www.oztreyler.com.tr/urun/hdr-670-classic/