Çekên artêşa Tirk di xizmeta DAÎŞ'ê de bûn

Yûnûs Emre Sakarya anî ziman ku wî li Tirkiyeyê bi polîsên tîmên taybet û leşkeran şîrket ava kir, bi vî rengî çek û malzemeyên leşkerî ji DAÎŞ'ê re peyda dikir û got, "Tirkiyeyê gelekî dixwest alîkariyê bi DAÎŞ'ê re bike."

Çeteyê DAÎŞ'ê Yûnûs Emre Sakarya ku ji sala 2010'an û pê ve bi El Qaîdeyê re tevgeriya û beriya sala 2012'an çû Misrê, dûre derbasî Lîbyayê bû, tevlî êrîşa 12'ê Îlona 2012'an a li dijî Konsolosxaneya DYE'yê ya li Bîngaziyê bû û ji sala 2014'an heta 2017'an li Tirkiyeyê malzemeyên leşkerî ji DAÎŞ'ê re peyda dikir, qala bazirganiya xwe ya bi Polîsên Tîmên Taybet û Fermandariya Jendermeyan ên Tirk, her wiha têkiliyên Tirkiye û DAÎŞ'ê kir.

MIDÛRÊ POLÎSÊN TÎMÊN TAYBET NAS KIR

Yûnûs Emre Sakarya ku li Tirkiyeyê bi hêsanî bi rêya şîrketa xwe ya şexsî malzemeyên elektronîk û leşkerî ji bo DAÎŞ'ê peyda dikir û ji Sûriyeyê re dişand, li Golbaşi ya Enqereyê Midûrê Polîsên Tîmên Taybet ê Tirk Levent Karakaş nas kir.

Sakarya anî ziman ku ew êdî rojane bi Levent Karakaş re diaxivî, hev didîtin û got, "Têkiliyên gelekî xurt ên wî kesî hebûn. Têkiliyên wî yên li Rûsyayê gelekî xurt bûn."

FERMANDARÊ TIRK REKLAMÊ ÇEKÊN XWE DIKIR

Çeteyê DAÎŞ'ê Sakarya piştî ku Karakaş nas kir, her wiha fermandar û leşkerên artêşa Tirk jî nas kir û dema bi rêya Karakaş li Etîmesgût a Enqereyê daîreyek kirê dikir fermandarekî artêşa Tirk nas kir ku xwediyê daîreyê bû.

Sarkaya got, "Min fermandar nas kir. Mehmet serçawiş baskê rastê yê fermandar bû. Fermandar ji serçawiş re got, 'Em ji Yûnûs re bibin alîkar'. Fermandar ji min re got, 'pêlîstokên me yên nû hatine'. Çekên ku li Nisêbîn û Cizîrê hatin bikaranîn nîşan da. Fermandar reklama wan ji min re dikir. Ew fermandar di nava heyetekê de bû. Kirîn û firotina çekên li tevahiya Tirkiyeyê dikir."

MALZEMEYÊN LEŞKERÎ YÊN ARTÊŞA TIRK JI DAÎŞ'Ê RE ŞAND

Sakarya diyar kir ku wan sîparîşên lezgîn ên DAÎŞ'ê ji navenda Fermandariya Lojîstîkê ya Jendermeyan peyda dikirin û got, "Me li wir malzemeyên mîna kask kirîn. Wêneyên wan kişand û ji DAÎŞ'ê re şand. Bi vî rengî hevdîtinên me yên bi leşkeran re dom kirin.

Demekê DAÎŞ'ê dûrbînên termal bi lezgînî xwest. Ji ber ku lezgîn bû hatina wê ji derveyî welat wê demeke dirêj dom bikira. Lewma min jî yekser ji jendermeyan werdigirt. Ji ber ku dema DAÎŞ'ê nebû ku li benda wê bisekine. Şer didomiya. Carekê DAÎŞ'ê kamera termal xwest. Ew kamera jî ancax artêşê dikarîbû ji Emerîkayê peyda bikira. Me jî bi 155 hezar dolarî sê kamera ji artêşê kirîn."

BI LEŞKER Û POLÎSÊN TAYBET ŞÎRKET AVA KIR

Sakarya diyar kir ku di encama nîqaşên li Fermandariya Lojîstîk a Jendermeyan û Levent Karakaş re wan li Keçîoren a Enqereyê Şîrketa Lîmîted a Kirîn û Firotinê ya Bazirganiya Elektronîk a Profesyonellan ava kirin.

WÊ ÛRANYÛM BIFIROTA DAÎŞ'Ê

Sakarya bal kişand ser têkiliyên xurt ên Karakaş li Rûsyayê û dixwest ûranyûm û cîwa ya sor bifiroşe DAÎŞ'ê ku karibe di komkujiyên girseyî yên mezin de bi kar bîne.

Sakarya di nava DAÎŞ'ê de hem bi berpirsyarê lojîstîkê yê DAÎŞ'ê Ebû Mûhammed Iraqî hem jî bi berdevkê DAÎŞ'ê Ebû Mûhammed Adnanî re dixebitî. Sakarya got, "Cîwa ya sor gelekî biha bû. Levent ji bo cîwa ya sor 8 milyon dolar dixwest. DAÎŞ'ê ev yek qebûl nekir. Min jî bi rêya têkiliya xwe ya Jorc ji Adnanî re got ku em dikarin ûranyûmê peyda bikin. Adnanî xwest. Lê belê dema ku wê bihata peydakirin Adnanî hate kuştin. Ew kar jî bi wî rengî qediya."

FUZEYÊN LI DIJÎ BALAFIRÊN ŞER

Sakarya diyar kir ku ji bo çek û malzemeyên leşkerî yên ji bo DAÎŞ'ê li sînorên Tirkiyeyê her tişt rêxistinbûyî bû û ew jî bi fermandarên îstîxbarata jendermeyan re axivî. Sakarya got, "Ji bo xistina balafirên şer pêwîstiya DAÎŞ'ê bi fuzeyên balafirê şer dixînin hebû. Levent bi rêya têkiliyên xwe yên li nava artêşê ev yek li Rûsyayê peyda kir. Ji bo ji Rûsyayê bê Tirkiyeyê jî me rê û rêbaz amade kir. Levent ji bo vî karî kir ku ez bi fermandarên jendermeyan ên îstîxbaratê re hevdîtinê bikim. Me bi wan re li sînorê Tirkiye-Sûriyeyê rêyeke derbaskirinê amade kir. Lê belê ji bo Tirkiyeyê bi pirsgirêk bû. Karê MÎT'ê yê bi vî rengî berê eşkere bûbû. Ji ber ku gelek pere jê re diviyabû min ew kar da rawestandin."