Çar partiyên Kurd biryar dan ku destekê bidin Demîrtaş

Çar partiyên siyasî yên Kurdistanî biryar dan ku di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de destekê bidin namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş.

Tevgera Azadî, PAK, PDK û PSK'ê bi navê "Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanî" daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanî diyar kir, wan hewl dane tifaqeke hilbijartinê ya berfireh ava bikin û bang li dengdêrên xwe kir ku di tûra yekemîn de dengê xwe nedin namzetên serokkomariyê yên Tifaqa Cûmhûr û Millet.

Tifaqê ragihand, Erdogan partiya wî li polîtîkya berê ya dewletê vegeriya ye û mafên bingehîn ên Kurdan weke gefekê li dijî "Siberoja Dewletê" dibîne.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Nêzî du sal in AK Partî li ser meseleya Kurd, der barê maf û azadiyan de gotineke bi tenê jî negotiye. Li şûna vê yekê pesnê xwe bi operasyonan û kuştinê dide."

Tifaqê bal kişand ser gotin û polîtîkayên AKP'ê yên ku Başûrê Kurdistanê biçûk dixînin û di êrîşên dagirkeriyê yên dijî Efrînê de jî bi zimanekî siyasî yê ku pesnê xwe bi hejmara kuştiyan dide, axivî.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "gotinên AKP Partî yên niha û beyannameya wê ya hilbijartinê nîşan didin ku wê siyaseta xwe ya tirsnak bidomîne."

Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanî got, "Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe dikin ku dengê xwe di hilbijartina Serokkomariyê de dengê xwe nede Erdogan ku polîtîkaya fermî ya înkar û asîmîlekirina Kurdan bi rê ve dibe."

Tifaqê xwest, li derveyî Demîrtaş deng ji namzetên din re jî neyê dayin û got, "Ev helwesta me wê zemînekê amade bike ku di tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê de destê Kurdan xurtir bibe û Kurd bi rola diyarker rabin."

Tifaqê biryara xwe ya ji bo destekkirina Demîrtaş wiha dewam kir: "Tevî hemû kêmasî û şaşitiyan jî, di hilbijartina Serokkomariyê de em ê dengê xwe bidin Selahattîn Demîrtaş ku mexdûr e."

Li ser hilbijartina parlamenteriyê jî tifaqê diyar kir ku ew bawer in, endam û alîgirên wan wê bi hişmendiya Kurd û Kurdistanî, bi hesasiyeta neteweyî dengê xwe bidin û got, "Bi vê bîr û baweriyê, di hilbijartina parlamenteriyê de endam û alîgirên me azad in."