Çalakiyên Kurdan ên li Ewropa didomin

Kurdistaniyên li Elmanya, Swîsre û Fransayê hatin ba hev, ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan û piştevaniya bi grevên birçîbûnê re di nava çalakiyan de bûn.

Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê Platforma li Dijî Tecrîdê rêze çalakî kir. Di çalakiya li Schloßplatz a Stûttgartê start hate dayîn de, belavokên ku rewşa Leyla Guven û çalakvanên grevan tîne ziman belavkirin. Çalakî saet 16:00’an destpêkir û heta saet 18:00’an dom kir.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê jî bi armanca balê bikişînin ser berxwedêrên di grevên birçîbûnê de çalakiya xelekê ya mirovan hate kirin. Kurdistanî û welatiyên Elman ên li ser rêya Monckebergê xelekek ji mirovan çêkirin pankarta ‘Dawî li tecrîda li ser Ocalan bînin’ û ‘Leyla Guven rûmeta gelê me ye’ vekirin. Çalakî bi qasî du saetan dom kir. Her wiha di dawiya çalakiyê de ji bo meşa aştiyê ya ku wê 22’yê Nîsanê bêkirin jî banga xurt a tevlîbûnê hate kirin.

BORDEAÛX

Ji bo bal kişandina ser berxwedêrên grevên birçîbûnê li bajarê Bordeaûx a Fransayê mîtîngek hate kirin. Di mîtîngê de bê navber dirûşmên ‘Bijî Berxwedanan Zindanan’ hatin qîrkirin.

BASEL

Li ser banga Platforma Piştevaniya bi Grevên Birçîbûnê re li Clarplatzê bi çalakiyeke bêdeng tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin. Her wiha hate gotin ku di serî de Leyla Guven û gelek girtinên ketine grevê di asta krîtîk de ne. Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Elmanî hatibû amadekirin hate balavkirin û çalakî bi dawî bû.

DELEMONT

Bi armanca balê bikişînin ser asta krîtîk a berxwedêrên grevên birçîbûnê li pêşiya stasyona trenê ya navenda bajarê Delemont a paytexta Kantona Jûrayê çalakiyek hate kirin. Çalakvanên ku rûyên xwe bi maskeyên berxwedêrên grevan pêçayîn dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Zindanan’, ‘Bi Berxwedan Em ê Bi Ser Bikevin’ û ‘Leyla Guven Rûmeta Me Ye’ qîr kirin. Çalakiya ku balavokên bi zimanê Fransî hate belavkirin û şûnde bi dawî bû.

FRÎBOÛRG

Di çalakiya li pêşiya stasyona trenê ya li navenda bajar hate kirin de jî pankarta bi nivîsa ‘Aktivîstên Kurd li dijî tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û dêdorveger de ne’ hate vekirin. Di çalakiyê de dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ hatin qîrkirin. Dîsa çalakî bi belavkirina belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin û şûnde bi dawî bû.

ZURÎH

Li ser banga Platforma Piştevaniya bi Grevên Birçîbûnê re li qada Rathaûs a Parlementoya Kantonê lê ye mîtîngek lidarxistin. Di çalakiyê de dowîzên bi nivîsên ‘Parlemeter Leyla Guven li dijî tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye’ hildabûn.

Çalakî piştî xwendina belavoka bi zimanê Elmanî û şûnde bi dawî bû.