Çalakiya sekvaniyê: Dagirkerek hate cezakirin

Hêzên gerîla li Girê Koordîne yê Metînayê li dagirkeran dan. Di encama çalakiyeke sekvaniyê de leşkerek hate cezakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;

19'ê Hezîranê saet di 19:30'î de li dijî dagirkerên li ser Girê Koordîneyê bi rêbaza sekvaniyê çalakiyek hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin. Dagirkeran cenazeyê leşkerê ku hate cezakirin saet di 20:30'î de bi helîkoptera Skorsky ji herêmê bir.

19'ê Hezîranê saet di navbear 21:00-00:00 de helîkopter li ser herêma Metînayê geriyan. Dagirkeran leşkerên xwe yên li nêzî gundê Êzidî 2 caran bi helîkopteran guhertin. Her wiha qadên Kêste û Zendûrayê bi helîkopterên êrişê bombe kirin.

Bi balafirên şer û helîkopteran êriş li ser herêmên Avaşîn û Zapê hate kirin.

Agahiyên berfireh ên li ser van êrişan wiha ne:

18'ê Hezîranê saet di 10:00 û 00:00 de balafirên şer qada Werxelê ya herêma Avaşînê bi balafirên şer bombe kirin. 19'ê Hezîranê saet di navbera 02:00-02:30'î de heman qad bi helîkopterên êrişê hate bombekirin. Di heman demê de drone li ser qadê geriyan.

19'ê Hezîranê saet di 22:15'an bi piştgiriya helîkopterên êrişê dagirkeran hewl dan bi helîkopterên Skorsky dagirkeran li qada Girê Silêman a herêma Avaşînê deyne. Lê belê bi destwerdana hêzên me re neçar man ku ji herêmê biçin. Heman rojê saet di navbera 23:00-23:40'î de qada Girê Sor bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.

19'ê Hezîranê saet di 00:50'î de qada Werxelê ya herêma Avaşînê 4 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

19'ê Hezîranê saet di navbera 22:30-00:00 de li qadên Tîpa T û Cîlo yê Biçûk ên herêma Zapê, helîkopter geriyan. Dagirkerên li Girê Şehîd Serxwebûn bi helîkopteran hate guhertin. Di heman demê de qada Tîpa T bi helîkopterên êrişê hate bombekirin. Di encama vê bombardûmanê de şewat bi qadê ket."