Çalakiya li Maastrîchtê: Kes nikare îradeya gelê Kurd bişkîne

Kurd û dostên wan li Maastrîchê hatin ba hev û sloganên ‘Azadî ji Ocalan re, statu ji Rojava’ re berz dikin.

Kurd û dostên wan ên ku li Ewropayê dijîn bi slogana ‘Azadî ji Ocalan re, statu ji Rojava re’ li bajarê Maastrîchê di çalakiyê de li hev kom bûn.

Ji Elmanya, Fransa, Swîsre, Hollanda, Belçîka û Evûstûryayê gelek kes hatin çalakiyê.

Jinên Kurd bi cil û bergên xwe yên neteweyî tevlî çalakîyê bûn. Saziyên siyasî û rêxistinan jî stand vekirin.

Posterekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser dikê hate bicihkirin. Çalakgeran alayên PKK, KCK, YPG û YPJ’ê hildan.

Li qadê nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyan û peywirdarkirina qeyyûman hate nîşandan.

‘EM Ê LI HEMBERÎ FAŞÎZMÊ ÇOKA XWE DANEYNIN’

Piştî rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê, li ser navê komîteya amadekar Şafak Arabacı axivî.

Arabaci nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gefên li ser Rojava da. Arabaci got: “Em îro li ber xwe didin. Bi vê berxwedanê em ê tecrîda li ser Ocalan û feraseta faşîst hilweşînin. Gelê Kurd 35 sal in li hemberî faşîzmê têdikoşe. Gelê Kurd li hemberî faşîzmê wê çokan daneyne.”   

Çalakî bi stranên Elenora Foûrnîaû ya Fransiz û Petra Nacht Manova ya ji Polonyayî domiya.