8 welatên Ewropayê ji bo Îdlibê banga agirbestê kirin

8 welatên Ewropayê yên endamê Neteweyên Yekbûyî bang li Rûsya û Îranê kirin ku ji bo agirbesta li Îdlibê bikevin dewrê.

Endamên daîmî yên Neteweyên Yekbûyî (NY) Fransa û Îngilîstan jî di nav de, 8 welatan bang kirin ku dest ji operasyoneke gengaz a li dijî Îdlibê bê berdan. Di daxuyaniyê de ji Rûsya û Îranê ku garantorên pêvajoya Astanayê ne hate xwestin ku agirbestê ragihîn. Elmanya, Hollanda, Belçîka, Swêd, Îtalya û Polonyayê jî mohra xwe danîn binê bangawaziyê.

Beriya niha bi çend rojan 10 welatên endamên demkî yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bangek bi heman rengî kiribûn û hişyarî dabûn ku operasyoneke rejîmê ya li Îdlibê dikare rê li ber koça mezin a sivîlan veke.

Banga her 8 welatan beriya civîna bilind a Rûsya, Îran û Tirkiyeyê hate kirin ku wê îro li Tehranê pêk were. Di bangawaziyê de hate ragihandin ku ji tirsa êrîşa rejîmê gelek sivîl ji niha ve ji herêmê derketine û ew ji ber windahiya gengaz a sivîlan 'bi fikar in'.