6 mehên din hevdîtin li Ocalan hate qedexekirin

Hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi parêzeran re 6 mehên din hate qedexekirin. Balkêş e ku hevdîtinên beriya niha bi 10 salan hatibûn kirin ji bo qedexekirina hevdîtinê weke hincet hatin nîşandan.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, 1. Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê derbarê Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş de biryareke nû da.

Di biryarê de ku 6'ê Îlona 2018'an hate dayin, hevdîtina parêzeran a bi muwekîlên xwe re 6 mehên din hate qedexekirin.

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serî li 1. Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê da û 11 cezayên cuda yên hucreyê ku di navbera salên 2005 û 2009'an de li Ocalan hatibûn birîn û biryara desteya dîsîplînê ya li ser nasmeya Ocalan a sala 2009'an a ji 156 rûpelî weke hincet nîşan da.

Hinceteke din a dozgeriyê wiha ye: "(...) Hevdîtinên beriya niha yên van hikumxwarên endamên rêxistinê yên bi parêzeran re di çapemeniyê de hatin weşandin, hikumxwar Abdullah Ocalan di hevdîtinan de ferman daye û bi vî rengî rêxistin bi rê ve biriye, di hevdîtinên navbera hikumxwar û parêzeran re tê îdîakirin ku parêzer di navbera rêxistinê yan jî endamên rêxistina sûc de ji bo armancên rêxistinî navbeynkariya ragihandinê kirine, di hevdîtinên hikumxwar Abdullah Ocalan ên bi parêzeran re fermanên di hikumê sûc de ne hatine dayin..."

Edaleta Tirk ku îdîa dike hevdîtinên bi parêzeran re hatine kirin talîmatên ji bo PKK'ê ne û got, "hikumxwar bi rêya hikumxwarên din ên li heman girtîgehê dikare talîmatê bide..." Bi van hincetan xwest ku 6 mehên din hevdîtin li Ocalan û girtiyên din were qedexekirin.

1. Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê jî ev daxwaza serdozgeriyê qebûl kir. Li dijî biryara dadgeriyê li 1. Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê îtiraz hate kirin, lê nehate qebûlkirin.

HEVDÎTINÊN BERÎ 10 SALAN ÇAWA DIKARE BIBE HINCET?

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Dadgeriya Bûrsayê eşkere nekirin bê çima tenê hevdîtinên navbera salên 2005 û 2009'an esas girtiye û çima qala hevdîtinên di navbera salên 2009 û 2015'an de bi dewletê re hatine kirin nekirine. Gelo çima hevdîtinên beriya 10 salan ji bo niha dibe sedema danîna qedexeyê?

JI SALA 2011'AN Û VIR VE HEVDÎTIN NAYÊ KIRIN

Daxwaza hevdîtinê ya parêzerên Ocalan heta niha timî bi hincetên "rewşa nebaş a hewayê", "keştî xerabe ye", "keştî tê tamîrkirin" û "rewşa awarte" hatin redkirin. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve Ocalan nikare parêzerên xwe bibîne.

CEZAYÊ DÎSÎPLÎNÊ

Herî dawî birayê Ocalan Mehmet Ocalan, xwişka wî Fatma Ocalan û wasîsê wî Mazlûm Dînç roja 21'ê Îlonê ji bo çûyina Îmraliyê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê belê ev serlêdana 94'an jî nehate qebûlkirin. Ya balkêş ew bû ku hinceta vê carê hate guhertin.

Dozgeriyê ragihand ku ji ber cezayê dîsîplînê yê 14'ê Îlona 2018'an li Ocalan hatiye birîn, nikarin destûra hevdîtinê bidin. Der barê ceza de ne malbata Ocalan ne jî parêzer hatin agahdarkirin. Malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş jî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin, lê bi heman hincetê serlêdana wan nehate qebûlkirin.