40. salvegera damezrandina PKK'ê li Swêdê hate pîrozkirin

40. salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li bajarê Sala yê Swêdê hate pîrozkirin.

Li bajarê Sala yê Swêdê ku li rojhilatê welêt e, şahiyek hate lidarxistin û salvegera 40. a damezrandina PKK'ê hate pîrozkirin.

Bi sedan Kurdistaniyên li bajarê Sala û derdora wê ne li hev civiyan û salvegera damezrandina PKK'ê ku weke 'Cejna Vejînê' tê binavkirin, pîroz kirin.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre nûnerê Meclîsa Gel a Vesterosê axivî. Qiseker cejna vejînê li malbatên şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah pîroz kir.

Qiseker diyar kir, ew şanaz û serbilind in ji ber ku bi çanda PKK'ê mezin bûne û wezîfeya her kesî ye ku xwedî li vê çandê derkeve.

Di şahiyê de peyamên rêxistinên siyasî hatin xwendin û sînevizyona li ser cejna vejînê hate nîşandan.

Di pîrozbahiyê de biryara Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya li dijî sê rêveberên PKK'ê û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

Di pîrozbahiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "PKK gel e gel li vir e" hatin qîrîn.

Di pîrobahiyê de gelek hunermendên li Swêdê derketin ser dikê û beşdaran heta derengiya şevê li ber stranên wan govend gerandin.