40 salan sekn li Mam Zekî nebû

Dema ku li Celleyê li febrîqeyekê dixebitî, sala 1978'an PKK nas kir. Bû neferekî Êzidî yê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û 40 salan bê navber xebitî. Van 4 salên dawî ji bo Êzîdxana demokratîk û xweser kar kir. Heta roja şehadetê sekn li wî nebû.

Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) sala 1952'an li gundê Şimzê yê navçeya Qubînê ya Êlihê ji dayik bû. Dibistana seretayî li gund qedand, dibistana navîn neqedand.

HETA 17 SALÎ LI GUND MA

Hem ji ber zext û zordariya li civaka Êzidî dihate kirin, hem jî ji ber nedixwest ji jiyana li gund û çiyê qut bibe, heta 17 saliya xwe li gund ma.

SALA 1969'AN ÇÛ ELMANYAYÊ

Kekên wî yên li Elmanyayê sala 1969'an bang li Şengalî kirin ku berê xwe bide Elmanyayê. Wî nedixwest ji gund derkeve û biçe Ewropayê. Lê belê ji ber israra kekên xwe qebûl kir. Bi braiyê xwe re destpêkê çû Stenbolê, piştre berê xwe da bajarê Celle yê Elmanyayê. Wê wextê 17 salî bû. Celle bajarek e ku civaka Êzidî lê civiya ye.

SALA 1978'AN PKK NAS KIR

Şengalî mîna hemû Êzidiyên li vê derê dest bi kar kir. Sala 1978'an sempatîzanên PKK'ê nas kir. Piştre manîfestoya damezrandinê ya PKK'ê û Rêya Şoreşa Kurdistanê xwend. Bi vî rengî ji PKK'ê hez kir. Heman salê tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li Zanîngeha Hannoverê bû.

LI FEBRÎQEYÊ KARKER BÛ

Zekî Şengalî ji aliyekî ve li febrîqeyê kedkarek bû, li aliyê din jî bi komek ji hevalên xwe yên Êzidî dest bi karê propagandayê kir.

SEROKÊ DAMEZRÎNER Ê KOMELEYA DESTPÊKÊ

Tevî vê komê, sala 1981'ê li bajarê Celleyê Komeleya Karkerên Welatparêz ên Kurdistanê ava kir. Şengalî bû serokê damezrîner ê komeleyê.

WEŞANDINA KOVARA SERXWEBÛN

Zekî Şengalî dawiya sala 1981'ê tevlî karê avakirin û weşandina kovara Serxwebûn bû. Bi berpirsyariya qanûnî ya kovarê rabû.

BERÊ XWE DA QADÊN GERÎLA

Zekî Şengalî yekemcar sala 1983'an weke wezîfedar ji Ewropayê çû qadên gerîla û hat. Piştî du salan, sala 1985'an careke din çû qadên gerîla û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kir.

Piştî ku nas kir, biryar da ku bi temamî tevlî nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bibe. Sala 1987'an bi awayekî fermî tevlî nava Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bû.

PIŞTÎ DU SALAN KURÊ WÎ TEVLÎ BÛ

Du sal piştî tevlîbûna fermî ya Şengalî, yanî sala 1989'an kurê wî Sîpan jî berê xwe da çiyayên Kurdistanê û cihê xwe li nava refên gerîla girt. Sîpan sala 1992'an li Mêrdînê di şer de şehîd bû.

LI ÇIYAYÊN KURDISTANÊ

Zekî Şengalî sala 1993'an careke din çû çiyayên Kurdistanê û bi berpirsyarî û cidiyeteke mezin hemû erk û wezîfeyên xwe bi cih anî.

PARTIYÊ EW VEGERAND QADA EWROPAYÊ

Ji ber ku baş bi karên li Ewropayê zanîbû, partiyê piştî demekê Şengalî ji bo li Ewropayê kar bike şand Ewropayê. Şengalî karê xwe yê li Ewropayê heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komploya navneteweyî radestî dewleta Tirk bê kirin, dewam kir.

PIŞTÎ KOMPLOYÊ BERÊ XWE DA KURDISTANÊ

Piştî ku Ocalan dîl hate girtin, Şengalî careke din berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku gelekî jê hez dikir. 19 salan di her astê de bi kedeke mezin rabû. Şengalî bi hesasiyeta Kurdistanê ji bo tevahiya Kurdistanê xebitî. Kongreya Neteweyî ya Kurd û yekîtiya neteweyî ya Kurd gelekî girîng dît û wezîfeyên di vî warî de bê teredût bi cih anî.

LI ÊZÎDXANÊ ŞEHÎD BÛ

Şengalî, piştî Komkujiya Şengalê ya 3'ê Tebaxa 2014'an, ji bo civaka Êzidî careke din neyê qirkirin berê xwe da Êzîdxanê û bi şev û roj xebitî. Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî û Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Şengalî pêr ji ber bomberdûmana balafirên şer ên dewleta Tirk şehîd bû. Heta kêliya ku şehîd bû, weke ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê û civaka Êzidî di her astê de kar kir.

BERSIVA HERÎ MEZIN RÊXISTINBÛN E

Zekî Şengalî 30'ê Hezîrana 2018'an beşdarî bernameyeke taybet a Çira TV bû û işaret bi girîngiya rêxistinbûnê kiribû: "Mîna hemû gel û civakên li ser rûyê cîhanê, mafê Êzidiyan e ku xwe bi rêxistin bikin û bi awayekî çalak tevlî siyasetê bibin. Li dijî hemû êş, zordarî û komkujiyên hatine kirin bersiva herî mezin têkoşîn, berxwedan û rêxistinî ye."

Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî li ser bomberdûmana balafirên dewleta Tirk a 25'ê Nîsanê ya li Şengal û Rojavayê Kurdistanê gotibû, bersiva herî mezin a li êrîşan, xurtkirina yekîtiya neteweyî ye. Şengalî ji bo yekîtiya neteweyî û girîngiya Kongreya Neteweyî jî wiha digot: "Pêwîstiya gelê Kurd bi yekîtiyê heye. Kongreya Neteweyî ji her tiştî girîngtir e... Partiya ku li pêşiya Kongreya Neteweyî bibe asteng nikare bibe nûnerê gelê Kurd. Ev gel bi hezaran salan li ser vê axê hatiye talankirin, zext û zordarî lê hatiye kirin û hatiye parçekirin. Ji ber vê yekê hemû partiyên siyasî divê bi erka Kongreya Neteweyî rabin. Pêwîste berjewendiyên gelê Kurd bidin pêş."

GIRÎNGIYA PKK'Ê JI BO ÊZIDIYAN

Zekî Şengalî 22'ê Mijdara 2017'an bi wesîleya salvegera 40. a damezrandina PKK'ê ji RojNewsê re axivî bû anîbû ziman ku di nava civaka Êzidî de cih ji neheqî, zext û înkarê re nîne, lewma felsefeya Ocalan pejirandine.

Şengalî destnîşan kiribû ku bi têkoşîna PKK'ê re pêşî li zordariya li Êzidiyan dihate kirin hatiye girtin û PKK ji bo civaka Êzidî bûye hêviyeke mezin a azadiyê. Şengalî anîbû ziman ku Êzidî hatina xwe di nava PKK'ê de dibîne.

HETA DAWIYA EMRÊ XWE XIZMET KIR

Hevserokê Meclîsa Xweser a Şengalê Hisên Hecî Nefso doh ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî û anî ziman ku Şengalî yê ku heta dawiya emrê xwe têokşiya û ji bo Şengalê û hemû Êzidiyan kesayetekî rêzdar bû, bi taybetî bûye hedef. Hecî Nefso anî ziman ku hedefgirtina wesayita ku Şengalî tê de bû, nîşaneya komplo û xiyanetê ye û got, "Em dibêjin, êrîş di şexsê Zekî Şengalî de li dijî Êzidiyan û tifaqa wan hatiye kirin. Mam Zekî Şengalî pêşengê tifaqa Êzidiyan bû. 20 sal bû ku ji bo vê hewl dida. Heta dawiya emrê xwe xizmet kir. Yek ji armancên wî yên herî mezin ew bû ku Êzidiyan di nava rewşeke xweser û tifaqê de bibîne. Emrê xwe ji bo vê yekê feda kir."