24'emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Skandînavyayê pêk hat

Festîvala Çand û Hunerê ya Skandînayayê îsal bi dirûşma "Azadî ji bo Rêber Apo, Statu ji bo Kurdistanê" li bajarê Stockholmê pêk hat.

24'emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Skandînayayê bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan ên li welatên Skandînavyayê (Swêd, Fînlandiya, Danîmarka û Norwêcê) li paytexta Swêd Stockholmê bi coşeke mezin hate lidarxistin.

Festîvala ku her sal ,meha Îlonê dihate li dar xistin, ev du sal bûn ji ber nexweşiya koronayê nedihat lidar xistin, îsal ji bo cara 24'an pêk hat.

Festîvalê doh danê êvarê saet 17:00 bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna pakrewanên Kurdistanê dest pê kir. Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Skandînavyayê Nadiya Salih destpêkê axivî û got, "Em kêfxweş in ku ew nexweşî bi dawî bû û her wiha em di serî de sersaxiyê ji bo tevayî xebatkar, dost û hevalên xwe yên ku hezkirî an nasên xwe bi sedema vê nexweşiyê ji dest dane dixwazin. Her weke Rêber APO jî gotiye: xebat û têkoşîna ji bo azadiyê jî bi qasî azadiyê watedar û xweş e."

Di festîvalê de hunermendên TEV-ÇAND a Swêd stranên xwe gotin.

Parlementera Partiya Çep a Swêd Lorena Delgado Varas ku bi eslê xwe ji welatê Arjantînê ye li ser navê partiya çep axivî û piştgîriya bi civaka Kurd a azadîxwaz re anî ziman. 

Di şahiyê de peyama dayika du şehîdên ji Rojhilatê Kurdistanê Şehîd Fermandar Rênas Roj û şehîd Rêbaz Tîleko hate nîşandan û di pey re peyama Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik hate nîşandan.

Her wiha Hevserokê Kongreya Gel Remzî Kartal jî li ser girîngiya pêvajoyê axivî. Kartal got, "Van rojan li Tirkiyeyê hin nîqaşên li ser çareserkirina pirsgirêka Kurd tên kirin. Yekane navnîşana me ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd Rêber Apo ye û xeta tevgera azadiyê zelal e. Ji ber ku Rêber Apo ji bo me xeta sor e."

Remzî Kartal bi dewamî got, "Em di serî de berxwedan û lehengiya gerîlayên Kurdistanê ji dil silav dikin. Dijmin ji bo ku pêşiya tevgera azadî bigre bi hemû hêzan û dewletên serwer re tifaqan çêdike, lê nikare armancên xwe pêk bîne."

Kartal destnîşan kir ku hevkarê herî girîng ê dijminên Kurdan PDK ye û got, "Dagirker gelek planên xwe yên qirêj bi rêya PDK’ê birêve dibe. Dewleta Tirk çekên qedexe û gaza jehrî û kîmyewî li hember gerîla bikar tîne."

Di festîvalê de hunermend Kawa, Nûarîn, Armanc û Nasir Rezazî bi stran û klamên xwe aheng coşandin. Di festîvalê de bê navber dirûşmên "Bijî berxwedana gerîla", "Bijî Rêber Apo" hatin qîrîn.