2 wesayitên bombebarkirî li Reqayê hatin rûxandin

Pêngava Rizgarkirina Reqayê, ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hate destpêkirin, dewam dike. Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, 2 wesayitên bombebarkirî hatin rûxandin û 4 çete hatin kuştin.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê, ku roja 6'ê Hezîranê ji aliyê QSD'ê ve hate destpêkirin, ev 70 roj in bê navber dewam dike. Şervanên QSD'ê li nava bajêr her bi pêş ve diçin.

Li taxa El Berîd a bajêr, di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar qewimî. Di vî şerî de 4 çete hatin kuştin, 2 wesayitên bombebarkirî jî hatin rûxandin. Şerê li vê taxê dewam dike.

Şer li taxa Diriya ya li rojavayê bajêr jî diqewime.

Li taxa Reqa ya Berê car carna dengê çekan tê, lê niha bêdeng e.

Wekî din, li herêma navbera taxên Nezlet Şehade û Mensûrê di vê kêliyê de jî şerekî dijwar diqewime.

Li gel vî şerî, şervanên QSD'ê li herêmên rizgarkirî operasyonên lêgerîn û paqijkirina ji bermahiyên çeteyan dimeşînin. Li taxa Nezlet Şehade ku beriya niha bi demeke kin hate rizgarkirin, di dema lêgerîn û paqijkirinê de gelek çek û cebilxaneya çeteyan ketin destê şervanan. Kamerayeke termal, çekek BKC û fîşekên wê, du B7, du kalaşnîkov û 30 bombeyên destan bi dest ketin.