2 hezar ciwanên Hesekê tevlî Hêzên Parastinê bûn

Li bajarê Hesekê 2 hezar ciwan tevlî Hêzên Erka Xwe Parastinê bûn û dest bi dewreya perwerdê kirin.

Yekemin dewreya perwerdê ya Desteya Hêzên Xweparastinê li Akademiya Şehîd Hesen Derwîş bi tevlîbûna 2 hezar şervan hat vekirin. Wê perwerdeya şervanan 45 rojan bidome, wê waneyê leşkerî û bîrdozî were dayîn.

Di vekirina dewreyê de Fermandarên Desteya Erka Xwe Parastin û Fermandarê YPG/YPJ′ê amade bûn. Destpêkê merasîmek leşkerî hat lidarxistin. Cîgira Desteya Erka Xwe Parastin a Kantona Cizîrê Alaaa El-Setim axivî û vekirina dewreyê li şervanan pîroz kir.

Alaa di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ev dewre bi 5′emîn salvegera şoreşa Rojava re hemwext bû.

El-Setim her wiha bal kişand ku hêzên Xweparastinê roleke girîng di şerê rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ′ê de, dilîzin.

Alaa El- Setim her wiha serkeftin ji şervanan re xwest û bang li ciwanên Rojava kir ku cihê xwe di nava Hêzên Xweparastinê de, bigirin.

Piştre jî şervanan soz dan û govend gerandin.Tê payin ku wê şervan li Akademeiyên Hêzên Xweparastinê yên Kantona Cizîrê bêne belavkirin.

Şehîd Hesen Derwîş di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bibû.