2’emîn festîvala Şehîd Egîd Çîlo pêk hat

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê duyemîn festîvala Şehîd Egîd Çîlo ya Çand-Ziman û Huner bi dirûşmeya, ‘Bi ziman û çanda xwe bixwînin, binîvisînin û bijîn’ pêk hat.

Duyemîn Festîvala Çand-Ziman û Huner a Şehîd Egîd Çîlo, li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo, bi tevlîbûna 150 xwendekar û mamosteyan pêk hat.  Semîra Hacî Elî di festîvalê de li ser navê Destaya Perwerde û Fêrkirinê, axivî û  festîval li hemû xwendekar û mamosteyan pîroz kir. Elî diyar kir ku wê bi perwerdeya netewa demokratîk sîstemeke nû ava bikin.

Festîval piştî axaftinan, bi stran û govendê dewam kir. Piştî hunermend derketin ser dikê, xelatiyên xwedekarên serkeftî hatin dayîn.

Tê payîn ku wê festîval sê rojan bidome.