14 leşkerên Îranê dîl hatin girtin

Hate ragihandin, li eyaleta Sîstan û Belûcîstanê ya Îranê ku li ser sînorê Pakîstanê ye, 14 leşkerên ser bi hêzên ewlekariya sînor danê vê sibehê ji aliyê koma bi navê Ceyşûl Adl ve dîl hatin girtin.

14 leşkerên ku li qereqola sînor a li herêma Mîrcave ya eyaleta Sîstan û Belûcîstanê wezîfedar bûn, ji aliyê koma çekdar a bi navê Ceyşûl Adl ve dîl hatin girtin.

Li gorî texmînan, leşkerên dîl hatine girtin birine herêma sînor a Lûlaktanê. Rayedarên fermî yên Îranê jî ev agahî piştrast kirin û bêyî navekî eşkere bikin gotin ku ji aliyê "rexistineke terorîst" ve hatine revandin.

Rêxistina Ceyşûl Adl ku ji raperînerên Sûnî pêk tê, sala 2012'an ji aliyê endamên Cûndûllah ve hate avakirin. Êrîşa destpêkê ya herî mezin a vê rêxistinê Cotmeha 2013'an pêk hatibû. Rêxistina Cûndûllah piştî ku lîderê wan Abdulmelîk Rîcî sala 2010'an hate îdamkirin, qels bûbû.

Cûndûllah ku ji civaka Belûcî ye, ji sala 2000'î û vir ve li herêmê çalakiyan dike.