10 caran têra AKP'ê nekir, wê cara 11'an jî veke

Hikumeta AKP'ê ku 10 caran Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê vekir, nexweşxane careke din girt ji bo karibe di hilbijartinên herêmî de dîsa veke.

Desthilatdariyha AKP'ê ku hemû çavkaniyên li bajarên Kurdistanê talan kiriye, her gava ku hilbijartin dikeve rojevê dest bi derewên razemenî û vekirinan dike. Yek ji van derewên razemeniyê jî Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê ye ku sala 2008'an dest bi karê çêkirina wê hate kirin.

Nexweşxane diviyabû di nava salekê de biqediya. Lê belê AKP û muteahîtên wê demeke dirêj ji vê yekê dixwin û ev 10 sal in bi zanebûn naqedînin. Di nava 10 salan de her ku hilbijartinên giştî û herêmî tên kirin, her ku Serokkomar, Serokwezîr û Wezîr tên Wanê, ev nexweşxane tê vekirin. Nexweşxaneya ku bi merasîmê tê vekirin, ji ber ku hîn neqediya ye, dîsa tê girtin.

NEXWEŞXANE PIŞTÎ HILBIJARTINÊ DÎSA HATE GIRTIN

Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê herî dawî 24'ê Hezîranê beriya hilbijartinê bi merasîmekê hatibû vekirin. Nexweşxaneya ku beriya hilbijartinê hate vekirin, piştî ku hilbijartin qediya dîsa hate girtin. Li nexweşxaneya ku bûye çavkaniyeke jêxwarinê ya AKP'ê, ji ber ku doktor û personelên tenduristiyê lê kar nakin, malzemeyên teknîkî yên tibî jî nîne.

Hikumeta AKP'ê ji sala 2008'an û vir ve 10 caran Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê vekir. AKP'ê nexweşxane dîsa girt û wê di hilbijartinên herêmî de ku di demeke nêz de wê werin kirin, AKP wê nexweşxaneyê careke din veke. Welatiyên ku piştî hilbijartinê çûn nexweşxaneyê dîtin ku deriyê wê hatiye girtin.

GOTIN 'EM Ê DI NAVA SALEKÊ DE BIQEDÎNIN', BÛ 10 SAL HÎN NEQEDIYA YE

Welatiyan nerazîbûn nîşanî jinûve girtina nexweşxaneyê dan û destnîşan kirin ku AKP nema dikare bi derew û hîleyên bi vî rengî wan bixapînin. Welatiyekî ji ANF'ê re axivî ku ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike, anî ziman ku dayika wî bi salan e nexweş e, hefteyê 3 ya jî 4 rojan dibe Wane û tîne û got, "Sala 2008'an dest bi çêkirina nexweşxaneyê kirin. Gotin 'em ê di nava salekê de biqedînin', lê bû 10 sal hînê neqedandine. Armanca wan ew bû ku wê derê ji bo xwe bikin çavkaniyeke jêxwarinê û ev yek kirin. Li Erdîşê çiqas AKP'yî û alîgirên AKP'ê hene, hemûyan ji wê derê xwarin. AKP wê di hilbijartinên herêmî de jî nexweşxaneyê ji nû ve veke. Welatî û nexweş ne xema van e."

LI BEŞÊN ZAYIN Û ZAROKAN DOKTOR NÎNE

Li Erdîşê ku 200 hezar kes dijîn, ji ber ku xizmeteke têrker a tenduristiyê nîne, welatî neçar dimînin bi 100 kîlometreyî biçin navenda Wanê. Ji ber ku nexweşxaneyên li Wanê tijî ne, nexweşê ji Erdîş û navçeyên din tên dişînin Tetwan, Amed û Erzîromê. Nexweşxaneya berê ya dewletê ya li Erdîşê ji ber erdhejê xisareke mezin dît û ji ber nifûsa zêde nikare bi têrkerî xizmeta tenduristiyê bide gel. Ji bilî welatiyên li Erdîşê, yên li navçeyên Patnos, Ebex û Bêgirê jî tên Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê.

LI SALONA RAWESTÎNÊ PITIK JI DAYIK BÛ, LÊ JIYANA XWE JI DEST DA

Li Erdîşê doktorek li hezaran nexweşî dinere. Bi taybetî li beşên zayinê û zarokan doktor qet nîne. Ji ber nebûna doktoran jidayikbûn ji aliyê pîrik û hemşîreyan ve tê kirin. Di rewşa lezgîn de ji ber ku doktor nîne, gelek dayik û zarok jiyana xwe ji dest didin.

Meha Nîsanê jineke ducanî ku êşên wê hebûn, hate nexweşxaneyê. Lê bleê personelan jê re gotin 'doktor nîne' û jinikê li salona rawestandinê pitika xwe anî dinyayê. Pitika ku dema ji dayik bû kete erdê û serî eciqî, jiyana xwe ji dest da. Piştî vê bûyerê welatiyan nerazîbûn nîşan dan, lê belê rêveberiya nexweşxaneyê bang li polîsan kir û kir ku xizmên nexweş bêne destgîrkirin.