ROJANE
Hemû Nûçe
-
Çalakiyên Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan didomin
Nobeta Edaletê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî li gelek bajaran dewam dike. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar çû sedana nobeta li Wanê ku 91 roj in didome. -
Hamdî Dal hate binçavkirin
Di sala 2021'an de li Konyayê welatiyê bi navê Hamdî Dal ji bo ku koma nijadperest a birayê wî qetil kiribû belav bike, gule berdabûn hewayê. Cezayê girtîgehê yê derbarê Hamdî Dal de hate erêkirin û Hamdî Dal hate binçavkirin. -
HBDH: Armanca sereke ya faşîzmê jin e, em banga têkoşîna yekgirtî dikin
HBDH'ê bi wesîleya 8'ê Adarê daxuyaniyek weşand û got: ‘’Armanca sereke ya faşîzmê jin e, em banga tekoşîna yekgirtî dikin. Tekoşîna jinan bingeha têkoşîna li dijî faşîzmê ye.’’ -
Li Enqereyê 4 endamên ESP’ê hatin binçavkirin
Polîsên Tirk di danê sibehê de li Enqereyê bi ser gelek malan de girt û herî kêm 4 endamên ESP’ê binçav kirin. -
Îranê 2 Kurdên din bi darve kir
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku dewleta Îranê li bajarê Mahabad ê Rojhilatê Kurdistanê 2 Kurd bi darve kirin. -
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdan hate kirin
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê hate dayîn. -
Çalakgerê ku parêzvanên Barzanî êrîşî wî kirin, gilî kir
Şaxewan Taha ku bi daxwaza ronîkirina mirina bi guman a xwişka xwe li ber Qesra Spî çalakî kir, di dema civîna Serokê Rêveberiya Başûr Mesrûr Barzanî de ya li Washîngtonê êrîş lê hate kirin. Şaxewan Taha giliyê êrîşkaran kir. -
ROJEVA 8'Ê ADARA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Dadgeha Tirk 27 sal ceza li 4 siyasetmedaran birî
Siyasetmedar Aysel Tûglûk, Halîl Aksoy, Nazmî Gur û Adil Zozanî bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kirine” bi giştî 27 sal cezayê girtîgehê li wan hat birîn. -
Ji bo dîtina Abdullah Ocalan serlêdaneke din hate kirin
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parêzeran careke din serlêdan kirin. -
Milîsên KBDH’ê li dijî xeta erdgazê çalakî pêk anîn
Milîsên Delal Amed ên KBDH'ê, ragihand ku wan li Stenbolê li dijî xeta erdgazê çalakiya sabotajê pêk anîne -
ROJEVA 7'Ê ADARA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Îslahiyeyê her serê sibê digirin ser mezelê girtiyên siyasî
Hat ragihandin ku li Girtîgeha Tîpa T a Îslahiye ya Dîlokê her roj zext û heqaret li girtiyên siyasî tên kirin. -
Nobetên Edaletê: Em ê têkoşîna girtiyan bidomînin
Di Nobetên Edaletê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyam hatin dayîn û wiha hate gotin: “Em ê têkoşîna girtiyan bidomînin.” -
Li Stenbolê serdegirtina malan û binçavkirin
Li Stenbolê polîsên Tirk serê sibehê avêtin ser malan û 2 kes binçavkirin. Her wiha tundî û heqaret kirin. -
Milîsên KBDH'ê qemyoneke 'faşîstan' şewitandin
Milîsên Sevda Serînyel ên KBDH'ê ragihandin ku li dijî tundiya li jinê wan li Ataşehîrê qemyoneke faşîstan şewitandine. -
Li girtiyên li girtîgeha Samsûnê êşkence tê kirin
Halîl Mûratoglû ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa S a Samsûnê girtî ye, diyar kir ku zext û êşkence li wan tê kirin. -
Li Pirsûsê terora polîsan a li hemberî DEM Partiyê: 12 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Pirsûs a Rihayê bi ser gelek malan de hate girtin. Hat ragihandin ku herî kêm 12 kes hatin binçavkirin ku namzetên endamtiya meclîsa şaredariyê û hevseroka navçeyê ya DEM Partiyê jî di nav de ne. -
KCDK-E’yê li dijî êrîşên qirkirinê banga mezinkirina tekoşînê kir
KCDK-E'yê bang li hemû gelê Kurd kir ku di rojên girîng de yên weke 8'ê Adarê, 21'ê Adarê û 28'ê Adarê, li dijî êrîşên qirkirinê tekoşînê mezin bikin. -
ROJEVA 6'Ê ADARA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Sebahat Tuncel: Pirsgirêka Kurd ji bextê dewletê re nayê hiştin
Sebahat Tuncel diyar kir ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de roleke mezin a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye û divê tecrîd rabe û got, "Ev pirsgirêk bi bextê dewletê re nayê hiştin. Aştî karê civakê ye." -
Li Girtîgeha Tîpa S a Samsûnê êşkence li girtiyan kirin
Girtiyê siyasî Vefa Yilmaz ê ku di hucreya tecrîdê ya 3 kesan a li Girtîgeha Tîpa S a Samsûnê de tê ragirtin, bi telefonê ji malbata xwe re diyar kir ku gardiyanên bi ser hucreya wan de girtine û êşkence li wan kirine. -
Çalakvanên Nobeta Edaletê azadiya Abdullah Ocalan xwestin
Di çalakiyên Nobeta Edaletê de ku li gelek bajaran didomin, hate xwestin ku pirsgirêka Kurd çareser bibe û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. -
Ji jina kal a ku axa xwe diparêze re ceza hate xwestin
Ji Hatîce Kocalar a 75 salî re ku axa xwe diparaze, cezayê bilindtirîn astê hate xwestin. -
Odeya Bijîşkan a Amedê xelat dan Dayikên Şemiyê
Odeya Bijîşkan a Amedê xelata “Aştî, Dostanî û Demokrasiyê dan Dayikên/Mirovên Şemiyê.