ROJANE
Hemû Nûçe
-
Dewlemendiya Şirnexê talan dikin
Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz diyar kir ku Şirnex ji bo du serdeman bi dengên AKP'ê yên veguheztî bi ser ket û bal kişand ser bandora mezinahiya para ji dahata petrolê û madenê tê bidestxistin. -
PÎK: Rabûna li ber dagirkeriyê li ser Kurdan ferz e
Serokê Giştî yê PÎK'ê Hîkmet Serbilind anî ziman ku rabûna li ber êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Metînayê û nîşandana helwestê ji bo Kurdan ferz e. -
ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
PÎK’ê serdegirtina bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’yê şermezar kir
Serokê Giştî yê PÎK’ê Hikmet Serbilind bertek nîşanî serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV’yê da û got: “Serdegirtina bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’yê derhiqûqî ye û nayê qebûlkirin.” -
DEM Partî û HDK: Çapemeniya Kurd ti carî teslîm nabe
DEM Partî û HDK'ê êrîşên li ser Çapemeniya Azad şermezar kirin û diyar kirin ku hikûmet bi êrîşan neikare encamê bi dest bixe û gotin, "Çapemeniya azad wê serî netewîne.” -
Emîne Şenyaşar: Erdoganê ku doz li min vekir çima kiryaran negirt?
Emîne Şenyaşar bal kişand ser doza ku bi hinceta "heqaret li serokomar kiriye” hatiye vekirin û pirsa; "Zarokên min qetil kirin û li ser vê dozê li min vedikin, çima Erdogan wan negirt?" kir. -
Tulay Hatîmogûllari: Ger pirsgirêka Kurd çareser bibe dê bihar were
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari banga 'Destûra Bingehîn a Demokratîk' kir û got, "Bihara rast û mayînde bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û ji bo her kesî zêdetir kar, erzaq û nan pêkan e.” -
Girtina Makbûle Ozer hate şermezarkirin
Rêxistina Amedê ya DEM Partiyê girtina Makbûle Ozer a 81 salî, şermezar kir. Di çalakiyê de nerazîbûn nîşanî êrîşa li dijî Çapemeniya Azad jî hate dayîn. -
Ji 9 rojnamevanan re astengiya hevdîtina parêzeran
Dewleta Tirk a dagirker li Stenbol, Enqere û Rihayê di serdegirtinên malan ên li dijî çapemeniya Kurdî de 9 rojnamevan binçav kir û her wiha mafê rojnamevanan ê hevdîtina parêzeran jî asteng kir. -
DBP: Desthilatdar ji rastiyê ditirse û êrîşî çapemeniya azad dike
DBP'ê diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê ji rastiyê ditirse, lewma êrîşî çapemeniya azad dike û got, "Em ê bi rastî, ronahî û çapemeniya azad re bin." -
Hejmara rojnamevanên ku hatin binçavkirin derket 9’an
Hejmara rojnamevanên ku li Stenbol û Enqereyê hatin binçavkirin derket 9’an. -
Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin muwekîlê xwe Abdullah Ocalan bibînin ku 37 meh in nikarin agahiyê jê werbigirin, serlêdan kirin. -
Înîsiyatîfa Zarokên Agir li 4 bajaran febrîqe û wesayît dan ber agir
Înîsiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku wan li 4 bajaran febrîqe, depo û wesayît dane ber agir. -
Parêzer Bekçî: Çalakiyên li girtîgehan ên li dijî tecrîdê, her kesê eleqeder dikin!
Parêzera OHD’î Bêrîvan Bekçî destnîşan kir ku çalakiyên boykotê yên li girtîgehan li dijî tecrîda Îmraliyê dewam dikin, her kesê eleqeder dikin û got: “Çalakiya girtiyan li dijî binpêkirinên mafan û êşkenceyê, israra di jiyana bi mirovane de ye.” -
DFG û MKG'ê nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser çapemeniya azad dan
MKG û DFG'ê operasyonên li Belçîka û Tirkiyeyê yên li ser xebatkarên çapemeniya azad şermezar kirin û banga piştevaniyê kirin. -
Desthilatdarî xwe li ser dijminatiya li Kurdan xwedî dike
Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir da zanîn ku desthilatdarî ji bo pêşî li hilweşîna xwe bigire careke din dixwaze sûdê ji dijminatiya li Kurdan werbigire. -
Temellî: Çareseriya xitimîna Tirkiyeyê pêkan e
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî diyar kir çareseriya xitimîna Tirkiyeyê ya demokratîkbûnê pêkan e. Temellî bal kişand ser perspektîfa çareseriyê ya rêya sêyem. -
Qirkirina siyasî: Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
Li Stenbol û Enqereyê di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de, xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin. -
MOP'ê têkildarî salvegera Seyfo daxuyanî da
Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOP) bi wesîleya salvegera Seyfo/Qirkirinê ya sala 1915'an qurbaniyên qirkirinê bi bîr anî û hêzên qirker şermezar kir. -
Erdogan bi Barzaniyan re rûnişt
Serokkomarê Tirk Erdogan piştî serdana Bexdayê derbasî Hewlêrê bû û bi Mesrûr û Nêçirvan Barzanî re rûnişt. -
Polîsan avêtin ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV
Polîsan avêtin ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV ên li Belçîkayê. -
Hozat: Jin a rêxistinbûyî hêza herî mezin e
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir ku jin divê xwe bi rêxistin bikin, parastina xwe xurt bikin û ji bo avakirina jiyanê beriya her tiştî divê têbikoşin. -
ROJEVA 23'Ê NÎSANA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
Emîne Şenyaşar di roja 84'an a Nobeta Edaletê ya li ber Wezareta Dadê de bertek nîşanî hikûmetê da û got: “Ma tirsa we ji Xwedê tune ye? Kurê min berdin. Ez bi salan e daxwaza edaletê dikim." -
TAJÊ: Em şirîkatiya bi Erdogan re qebûl nakin
TAJÊ’yê serdana Erdogan a ji bo Bexda û Hewlêrê şermezar kir û wiha got, “Divê hêzên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê li dijî kiryarên PDK’ê rabin.”