ROJANE
Hemû Nûçe
-
Makbûle Ozer a 80 salî careke din hate girtin
Makbûle Ozer ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê bi birayra Saziya Tipa Edlî hate berdan, careke din hate girtin. -
Li Bagokê pênc gund weke 'herêma ewlekariyê ya taybet' hatin ragihandin
Li quntara çiyayê Bagokê yê li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê qada bejahî ya 5 gundan ji bo 15 rojan weke 'herêma ewlekariyê ya taybet a demkî' hate ragihandin. -
Tevgera Helwesta Nîştimanî banga helwesteke nîştimanî kir
Tevgera Helwesta Nîştimanî têkildarî êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker bang kir û got, "Divê Hikumeta Iraq û Herêma Kurdistanê dijî vê xwedî helwestek zelal bin, divê dijî êrişan jî helwestek nîştimanî hebe." -
Derbarê Abdullah Ocalan de pirtûkeke nû: Ocalan, Rêwîtiya têkoşînê
Dar El-Mehrousa ya Misirê bi sernavê “Abdullah Ocalan... Têkoşîna ku li hember zehmetiyan û afirîneriya rewşenbîrî ku dîwaran derbas kir” pirtûkek nû li ser têkoşîn û felsefeya Abdullah Ocalan weşand. -
Li Dersimê 5 kes hatin binçavkirin
Hate ragihandin ku hêzên dewleta Tirk li Dersim û navçeya Qisleyê di serdegirtina malan de 5 kes binçav kirine. -
Temel: Çapemeniya Kurd di ti şert û mercî de ji şopa heqîqetê dûr neket
Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya DEM Partiyê Tayîp Temel roja Rojnamevaniya Kurd pîroz kir û destnîşan kir ku tevî zext, êrîş û komkujiyan jî çapemeniya Kurdî ji şopa heqîqetê dûr neket. -
ROJEVA 22'Ê NÎSANA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’emîn de didome
Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’yemîn de li pêşiya Wezareta Edaletê dom kir. -
Astengdarê zihnî Ugur Gezer hat girtin
Ugur Gezer ku ji sedî 50 astengdarê zihnî ye û ji hêla medyaya AKP’ê ve hedef hatibû nîşandan, hate girtin. -
Ûgûr Gezer ê astengdar, berê hatiye girtin û bi raporê hatiye berdan
Dayika Ûgûr Gezer ê ji sedî 50 astengdar ku piştî hedefgirtina trol û medyaya îktîdarê hate binçavkirin, Fatma Gezer bertek nîşanî binçavkirina kurê xwe da. -
Li Bexdayê doza derbarê Barzaniyan de hate taloqkirin
Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê bi sedema ku rê li vegera penaberan digirin, li dijî Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî û Rêber Ehmed li Dadgeha Federal ya Iraqê doz vekiribû, Lê Dadgeha Federal a Iraqê civîn ji bo 12’ê Gulanê paşxist. -
Çandar ji Wezîrê Edaletê re got: Hurmetê nîşanî îradeya gel bide!
Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çandar serdana Şaredariya Sûrê kir ku desthilatdariyê kiriye hedefa xwe û ji Wezîrê Edaletê yê ku 'kursî li bin wî diheje' û ji hikumetê re got, "Hurmetê nîşanî îradeya gel bidin." -
KCDK-E'yê li dijî êrîşên dagirkeriyê bang kir: Dakevin qadan
Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Metînayê bang li gelê Kurd û dostan kir ku dakevin qadan. -
Îranê 10 sal cezayê girtîgehê li mamosteya zimanê Kurdî birî
Dewleta Îranê li mamosteya zimanê Kurdî Soma Pûr Mihemedî 10 sal cezayê girtîgehê birî. -
Li Îzmîrê milîsên HBDH'ê febrîqeya metal şewitandin
Milîsên Atakan Mahîr ên HBDH'ê ragihandin ku li navçeya Çîglî ya Îzmîrê li hemberî febrîqeyeke metal çalakiya sabotajê kirine û febrîqe şewitandine. -
'Rêya derketina ji krîzê di çareseriya pirsgirêka Kurd re derbas dibe'
Serokê berê yê SMMMO'yê Îbrahîm Şahîn, diyar kir ku krîza aborî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê her ku diçe kûrtir dibe û got ku rêya derketina ji krîza aborî bi rêbazên demokratîk çareserkirina pirsgirêka Kurd e. -
Şahîn: Bi rêya narkotîkê hewl didin paşeroja ciwanên me tarî bikin
Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn got, "Li cografya Kurdistanê ji bo ciwan ji nasnameya xwe dûr bikevin polîtîkaya narkotîkê tê meşandin. Armanca wan a bingehîn jî tarîkirina paşeroja ciwanên me ye." -
ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Hevşaredarên Wêranşarê xwestin mufetîş lêkolînê bikin
Hevşaredarên Şaredariya Wêranşarê ya DEM Partiyê diyar kirin ku deynê şaredariyê yê ku heta niha tesbît kirine 421 milyon û 780 hezar TL ye û ji Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê û Dîwana Muhasebatê daxwaza lêkolînkirina deynan kirin. -
DEM Partî: Em ê rê nedin komployên we yên erzan
DEM Partiyê da zanîn ku AKP-MHP'ê hewl da windahiyên di hilbijartinan de bi operasyonan veşêre û got, "Em we armanca we baş zanin, em ê ti carî rê nedin komployên we yên erzan." -
FEDA bertek nîşanî gotinên nefretê yên li dijî Elewiyan da
FEDA'yê bertek nîşanî gotinên Melîh Gokçek ê AKP'î yên li dijî Elewiyan da û bal kişand ser armanca dewletê ya asîmîlasyon û qirkirina çandî. -
Berxwedana Emîne Şenyaşar didome: Rêxistinên pîşeyî çûn serdana nobetê
Gelek saziyên pîşeyî çûn serdana Nobeta Edaletê ya ku ji hêla dayika Emîne Şenyaşar hatiye destpêkirin. -
Derbarê 15 girtiyan de lêpirsîn hate destpêkirin
Derbarê 15 girtiyên ku li Girtîgeha Rihayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di nava çalakiyê de ne, lêpirsîn hate destpêkirin. -
Rewşa girtiyên nexweş Kaya û Guvel giran e
Di çalakiyên li Enqere û Stenbolê de, hat ragihandin ku rewşa girtiyên nexweş Adullahîm Kaya û Mehmet Guvel giran e û hate gotin ku divê bên berdan. -
Desthilatdarî tehemûlî têkçûna xwe ya di hilbijartinê de nake: Bêbextî û lêpirsîn
Ji desthilatdariya AKP û MHP'ê re têkçûna hilbijartinan giran hat û li dijî şaredariyên DEM Partiyê serî li bêbextî û lêpirsînan dide.