ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Calîfornîa'yê Kurdan û Amerîkiyan Newroz pîroz kirin
Li Calîfornîa'yê Newroz hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de Amerîkî û şervanê YPG'ê Mîchael Îsrael ku dema li nava refên YPG'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikir birîndar bû, amade bûn. -
Newroz li bajarê Akbaran ê Ermenîstanê hat pîrozkirin
Newroz li gundê Dêrikê Yê bajarê Akbaran ê Ermenîstanê hat pîrozkirin. -
Li Şakran û Menemenê îşkence li girtiyan tê kirin
Li girtîgeha Şakranê ku binpêkrinên mafên mirovan di asteke xetere de ye, girtiyên siyasî li nava girtiyên edlî tên bicihkirin. Li Menemenê jî piştî rojname û qenalên televîzyonê, pirtûk jî hatin qedexekirin. -
Gaziya Pirsûsê ya weke 'bombeya zindî' hat îlankirin: Ez li vir im, dest ji têkoşînê bernadim
Cûştan: Ez zanim; mîna hevalên xwe yên din ên ji êrîşa li Pirsûsê bi saxî filitîn, di hedefê de me. Dixwazin pêşî li têkoşîna min a edaletê bigirin. -
1406 akademîsyenên ji 62 welatan bang li AKP'ê kirin: Dev ji zext û girtinê berde
Akademîsyenên, ku ji ber banga xwe ya aştiyê û dawîanîna li şerê li Kurdistanê bûn hedefa êrîşên AKP û Erdogan, ji zanîngehên cîhanê destekê dibînin. -
Newroz li Helsînkî bi girseyî hat pîrozkirin
Li paytexta Fînlandiya Helsînkî, Newroz hat pîrozkirin. Bi sedan beşdarên pîrozbahiyê xwerêveberî û berxwedana li Bakurê Kurdistanê silav kirin. -
Prof. Dr. Çaglar: Rêbaza leşkerî çareserî nîne
Çaglar got, "Bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî re şandina çekan ji bo çeteyan û para Erdogan a di wehşeta rê li ber mirina 300 hezar kesî vekiriye; ev hemû sûcên şer û mirovahiyê ne." -
Li Mêrdînê 4 kes hatin binçavkirin, kesek jî hat girtin
Li Mêrdînê Wekîlê Serokê Şeredarê berê yê Dêrikê Dogan Ozbahçecî jî di nav de 4 kes hatin binçavkirin. Ahmet Yapici yê ku duh li Dêrikê hat binçavkirin hat girtin. -
Cizîr ji bo Newrozê amadeye
Cizîr a ku li hemberî êrîşên qirkirinê bi awayekî destanî li ber xwe da, li derdora wê alav û pêtên berxwedanê hêl dibin. -
Newroz li bajarê Aalborg ê Danîmarkayê hat pîrozkirin
Kurdistaniyên li Ewropa dijîn pîrozbahiyên Newrozê berdewam dikin. Li bajarê Aalborg ê Danîmarkayê ji bo Newrozê şevek hat lidarxistin. -
Li Brukselê di çalakiya kon de Newroz hat pîrozkirin
Li paytexta Bruksel a Belçîkayê di çalakiya konê bi armanca balkişandina ser êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a li hember Kurdistanê de Newroz hat pîrozkirin. -
Li Viyanayê meşa Newrozê
Li paytexta Viyanay ê Avûstûryayê Newroz bi meşeke meşaleyî hat pîrozkirin. -
Newroza Efrînê berxwedana Bakur silav kir
Li bajarê Efrîn ê Rojava bi deh hezaran kes tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn. -
Meclîsa Gel a Danîmarka 5. Kongreya xwe li dar xist
Meclîsa Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Danîmarka, 5. Kongreya xwe ya Asayî li paytexta Danîmarka Kopenhagê li dar xist. -
Rêxistina Efûyê: Li hember Kurdan cezakirineke komî pêk tê
Lêkolînvanê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Al) yê Tirkiyeyê Andrew Gardner got, artêşa Tirk bi operasyonên li Başûrrojhilat li hember Kurdan ‘cezakirineke komî’ pêk tîne. -
Ûçak û Bûlak ên hatin qetilkirin li Rennesê hatin bîranîn
Ûçak û Bûlak ên li Mêrdîn û Amedê hatin qetilkirin, li Rennesê hatin bîranîn. -
Li Tarsûsê bi hezaran kesî Newroz pîroz kirin
Li navçeya Tarsûs a Mersînê bi hezaran kesî bi şiyara "Rêbertiya Azad, Kurdistana Xweser, Tirkiyeya Demokratîk" Newroz pîroz kirin. -
Rodî Osman: Divê Rûsya Federasyona Bakurê Sûriyeyê nas bike
Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Rojava ya li Moskowayê bang li Rûsyayê kir, ku Federasyona Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê nas bike. -
Li Fransa û Awûstralyayê pîrozbahiyên Newrozê
Li bajarê Fransa Rennesê, li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi meşeke bi meşaleyan Newroz hat pîrozkirin. -
Di maça Torîno FC-Jûventûs de pankarta 'Newroz pîroz be' hat vekirin
Di maça futbolê ya navbera tîmên Torîno FC-Jûventûs de, alîgirên tîma Torîno pankarteke mezin a bi nivîsa 'Newroz pîroz be! Ji Kurdistanê re azadî' vekirin. -
Di pîrozbahiya Newrozê ya li Grazê de berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Awûstûrya Grazê dijîn, bi agirê Newrozê dadan û berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê silav kirin. -
Li Brîghtonê pîrozbahiya Newrozê: Em xwedî li berxwedanê derkevin
Di pîrozbahiya Newrozê ya li Brîghtonê de berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê û ragihandina Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê hatin silavkirin. -
Kurdan û dostên wan li DYA Newroz pîroz kirin
Kurd û dostên wan ên li bajarên DYA New York û New Jersey dijîn, Newroz bi hev re pîroz kirin. -
Li Îtalya û Danîmarkayê pîrozbahiyên Newrozê
Pîrozbahiyên Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn ên ji bo Newrozê dewam dikin. -
Li Moskowayê Kurdan û dostên wan Newroz pêşwazî kirin
Li paytexta Rûsya Moskowayê, Kurdan û dostên wan Newroz bi pîrozbahiyeke hevpar pêşwazî kirin.