Zimanê xakê digihîne kuçeyê

Vedat Karataş li pira jor a Mêrsînê ku rêya peravê û navenda wê digihîne hev, bi saza xwe stranên Kurdî distre. Bi pira jor re armanca wî yek e; dixwaze yekîtiyê çêbike û newayên Kurdî bi bîr bixe.

Stranbêjê kuçeyan Vedat Karataş ku ji Rihayê bi zimanê xakê û newayê xwe saza xwe dayî pişta xwe û hatî Mêrsînê, hem bi bîrxistina ziman û newayên Kurdan ku bi zorê ji Kurdistanê hatine koçberkirin bi wan dide jiyîn û hem jî li gel kelîjana havînê bi muzîka ku dike dixwaze dilan hênik bike.

Stranbêjên kuçeyan mirovên wiha ne ku dema ku mirov bi rê de dimeşe, cîhana me ya bê reng dicoşînin. Mirovên wiha ne ku muzîka şadiyê çêdikin. Jixwe muzîk ma ne ew e ku xemgîniya me, şadiya me, hemû rewşên me yên giyanî vediguhêzin? Stranbejên kuçeyan jî bi newayên xwe, bi stranên xwe ji hîsên me re dibin terciman..Yek ji van stranbêjan Vedat Karataş e. Li Mêrsînê, li pira jor ku rêya peravê û navendê digihîne hev bi saza xwe stranên Kurdî distre. Bi pira jor ku lê ye, bi heman armancê ye; dixwaze yekîtiyê pêk bîne.  Dema ku em Karataş dipirsin bê ka çima ne li dike lê li kuçeyan distre dibêje, di şertên îro de muzîk nikare bîreke çandî çêbike, huner bêhtir li kuçeyan dikare zexm bike û dema ku bi gel re hevhîkarî hebe, têgihiştina muzîkê ya mirovan wê biguhere. Ango Karataş dibêje, muzîka kuçeyan li dijî piyaseyan helwestek e. Ji ber ku yek ji wan hunermendan e ku muzîkê li kuçeyan bide gel û armanca wî ya herî sereke jî ew e ku, li deverên weke Mêrsînê ku Kurd bêgavî koçberbûnê bûne, ziman û stranên wan bi bîr wan bixîne…

EM KUÇEYAN BI XWEŞIKIYÊ DIRENGÎNIN

Karataş ku ev 10 sal in bi saza xwe huneran xwe dike, dibêje ev 6 sal in li kuçeyan hunera xwe didomîne û got, ‘’Huner dive li kuçeyan were kirin’’. Karataş diyar kir bi muzîka xwe dixwaze hezkirin û şadiyê bide mirovan. Karataş wiha dibêje: ‘’Qenala ku mirov hîsên xwe herî baş pê dibêje muzîk e. Em kuçeyên ku mirov jê ditirse bi hîsan û xweşikiyê direngînin. Hin jê bi saetan ji cem min ranabin û guhdar dikin, gelek jê dixwazin bi min re wêneyan bigirin. Hevalên ciwan dixwazin werin cem min, rahêjin saza min û bi min re bibêjin, ji ber ku dixwazim vê tecrübe bikin qebûl dikim. Karekî xweş e. Tişta ku hîs dikim jî şadiyeke ku nayê gotin.’’

CIWANÊ BÊKAR Û STRANBÊJ

Karataş bal kişande ser krîza aborî ku her roja diçe girantir dibe û ew jî ye ji bêkaran , diyar dike, ‘’Min nedixwest ku karê muzîkê ji bo debarê bikim, ji ber ku hüner divê bi fikarên takekesî neyê kirin, divê ji bo civak û hunere be. Lê ji ber krîza aborî û nifûsa ciwan a bêkar, min bêgav dike ku karê muzîkê ku bi kêfxweşî dikim, weke rêya debarê jî bibinim. Jixwe ji bo debarê hunermendiya kuçeyan têrê nake. Ez ji debarê bêhtir ji bo Kurdên ku ji xaka xwe, ji zimanê xwe qut bûne dibêjim. Deskeftî û şadiya min a herî mezin, ez ziman û stranên wan bi bîra wan dixim. Ji ber vê, xwe mîna ciwanekî bêkar û hunermendekî dibinim, rast dibinim ku xwe weke ‘’hunermendê ku saza xwe ya bi ziman û stranên xakê barkirî daye pişta xwe’’ pênase bikim.