Zîlan û Mazlûm li Lîmassolê hatin bîranîn

Li bajarê Lîmassol ê Qibrisê, ji cangoriyên têkoşîna azadiyê Zeynep Kinaci (Zîlan) û Mazlûm Tekdag (Mazlûm Jiyanda) hatin bîranîn.

Civîna bîranînê ji aliyê Însiyatîfa Jinên Kurd a Qibrisê ve hate lidarxistin û gelek kes tevlî bûn.

Civîna bîranînê ya li Navaenda Çanda Kurd a Theofîlosê pêk hat, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre Berdevka Însiyatîfa Jinê Fatma Jîrkî axivî.

Fatma Jîrkî bi bîranîna Zeynep Kinaci û 3 jinên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan dest bi axaftina xwe kir û destnîşan kir ku di şexsê Zîlan de li Rojhilata Navîn şoreşeke mezin a azadî û wekheviyê pêk hatiye.

Di civîna bîranînê de li ser jiyan û têkoşîna Zeynep Kinaci û Mazlûm Tekdag (Mazlûm Jiyanda) hate nîşandan ku 1'ê Cotmehê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Piştî axaftinan bîranîn bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.