Zeyneb Celaliyan ji girtîgeha Qereçek birine cihekî nediyar

Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ku 8 roj in di greva birçîbûnê de ye, ji girtîgeha Qereçekê birin cihekî nediyar.

Zeyneb Celaliyan ku bi vîrûsa koronayê ketiye û nayê dermankirin, ji bo wê veguhêzînin girtîgeha Evîn a li Tehranê yan jî girtîgeha Xoyê ya li bajarê Ûrmiyeyê di 20'ê Hezîranê de li girtîgeha Qereçekê ya Weramînê dest bi greva birçîbûnê kir.

Zeyneb Celaliyan ku 8 roj in di greva birçîbûnê de ye, eşkere bû ku ew birine devereke nediyar.

Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku hêzên Îranê girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan roja Pêncşemê birine devereke nediyar.

Hate ragihandin ku di dema veguhastina Celaliyan de hin girtiyên siyasî li ber vê yekê rabûne, lê hêzên Îranê êriş birine ser wan û di encamê de girtiya siyasî Sûheyla Hîcab birîndar kirine.