Yuksekdag: Em li ber xwe bidin, ew wê winda bikin

Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a ji doza ‘Heqaret li Serokkomar’ kiriye dihate darezandin, cezayê pere lê hate birîn.

Bûniştina biryara doza bi îdîaya ‘Heqaret li Serokkomar’ kiriye a di derbarê Hevseroka Giştî ya berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê rehîn tê ragirtin, pêk hat. Yuksekdag bi rêya Sîstema Yekbûya ya Deng û Reng (SEGBÎS) tevlî rûniştina doza li 7’emîn Dadgeha Ceza ya Asliyê ya Wanê bû. Li rûniştinê parêzerê Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan jî amade bû.

Yuksekdag got: “Rastiyek ramanek ya bi salan li girtîgehê hiştin nayê cezakirin. Ev rêbaz bi dehan car di dîrokê de hate ceribandin, lê ti carî negihişte serketinê. Tevî vê jî gel her carê li pişt partiya xwe cih girt, rastî ti carî winda nake, nayê cezakirin. Em ê li dijî zaliman li ber xwe bidin. Em li ber xwe nedin wê ew bi ser bikevin. Em û gelê xwe li ber xwe didin û ew sinda dikin. Qesir wê rojekê hilweşin û yên hikûm dikirin di bin wan xirbeyan de bimînin.”

Heyeta dadgehê hezar û 740 TL cezayê pere li Yuksekdag birî.